
Li Silêmaniyê jinek hat qetilkirin
- 16:48 2 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Silêmaniyê jinek li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin.
Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê ragihand ku jinek li Silêmaniyeyê li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin û tometbar hîna nehatiye girtin.
Berdevkê Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed ragihand ku îro li Silêmaniyê, jinek li ber deriyê mala xwe hate gulebarankirin û ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da.
Di 6 mehên despêka salê de 15 jin hatin qetilkirin
Herwiha Rojnews'ê jî bi daneyên ku kom kirine, diyar kir ku di şeş mehên destpêkê yên salê de li Herêma Kurdistanê 15 jin hatine qetilkirin û 11 jin jî bi şêweyek guman jiyana xwe ji dest dane, 2 jin hatine birîndarkirin û jinek jî neçarî xwekuştinê hatiye kirin. Ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve, tundî li 4 jinên mamostayên nerazî û çalakvan hatiye kirin.