
TAJÊ li Bexdayê bi sazî rêxistinên jinan re hevdîtinan pêk tîne
- 14:22 31 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya kar û xebatên fermanê de heyeta TAJÊ li Bexdayê bi sazî û rêxistinên jinan re hevdîtinan pêk tîne. TAJÊ derbarê ferman, jinên esîr, jenosîd, rêxistinbûna jinên Êzidî de agahiyan parve kir.
Di çarçoveya kar û xebatên 11’emîn salvegera fermanê de heyetek Komîteya Dîplomasî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Baxdayê bi sazî û rêxistinên jinan re hevdîtinan pêk tîne.
Li ser vê esasî heyeta TAJÊ bi jinên şebek, Rabîta Jinên Iraqê, Cebha Kurdên Feylî û beşa jin û Sekrekterê Komîteya Navendî ya Partiya Şîî re hevdîtinan pêk anî.
Di hevdîtinan de li ser mijarên salvegera fermanê, piştî fermanê rêxistina jin û civaka Êzidî, girîngiya xweparastinê û YJŞ-YBŞ, pergala rêveberiya xweser, di roja me de rewşa Şengalê û rewşa koçberan agahî hatin parvekirin.
Di hevdîtinan de bi taybet rojeva herî girîng jî mijara rewşa jinên esîr ku ev 11 sal in di destê DAIŞ’ê de ne û aqûbeta wan nayê zanîn bû.
Di van hevdîtinan de heyetê ji sazî û rêxistinên jinan ên Iraqê xwest ku derbarê mijara esîr û ji hêla Iraqê ve naskirina jenosaîdê de piştgiriya doza jin û civaka Êzidî bikin.
Hemû sazî û rêxistinên jinan ku heyetê bi wan re hevdîtin kir, diyar kirin ku jinên Êzidî pêşeng in, hêz ji wan digirin û gotin ku ji bo piştgiriyê amade ne.