
'Komîsyon wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike'
- 18:34 30 Tîrmeh 2025
- Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş ji bo komîsyona wê bo çareseriya pirsgirêka Kurd li meclîsê bê avakirin de axivî û got wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike.
Serokê meclîsê Numal Kurtulmuş, ji bo Konferansa Serokên Parlamentoya Cîhanê ya Şeşemîn çû Cenevre ya Swîsreyê. Numal Kurtulmuş li wir der barê komîsyona wê bo çareseriya pirsgirêka Kurd li meclîsê bê avakirin de axivî û got wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike. Numan Kurtulmuş wiha got: “Bi berdana çekan re berpisyarî dikeve ser TBMM’ê. Wek hatiye plankirin pêvajo didome.Berdana çekan didome. Ev komîsyon wê bi pêvajoy çek berdanê re hinek sererastkirinên qanûnî bike. Ev ne zemînek ku nîqaşên polîtîk bê kirinê ye. Ev pêvajoyek ku 86 mîlyon gelê me bi hev re jib o ev pirsgirêk ji holê rabe bi fedekarî wê bixebiteye. Dema meclîs vebe em ê hefteya ewil bikin bernameya xwe. Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a tebaxê dest pê bike.”