Dayika Şemiyê Emîne Ocak li Baselê hat bibîranîn

  • 19:47 27 Tîrmeh 2025
  • Rojane

NAVENDA NÛÇEYAN-Dayika Şemiyê Emîne Ocak a ji bo aqûbeta kurê xwe Hasan Ocak hîn bibe bi salan têkoşîna edaletê meşand, li Baselê hat bibîranîn.
 
Yek ji sembolên Dayikên Şemiyê Emîne Ocak ji bo aqûbeta kurê xwe Hasan Ocak hîn bibe ku sala 1995’an di bin çavan de hate windakirin û berpirsyar bêne darizandin bi salan têkoşîna edaletê meşand, li bajarê Basel ê Swîsreyê hat bibîranîn. Bîranîn li Navenda Çand û Hunerê ya Baselê (BEKSAM) hate lidarxistin. Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsreyê (ÎGÎF), Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê (CDK-Basel), SYKP, Federasyona Gelên Demokratîk a Swîsreyê (ÎDHF) û gelek kes tevlî bîranînê bûn.
 
Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de Nûnerê Platforma Dengê Girtiyan (TSP) Hasan Sevîm axivî. Hasan Sevîm çîroka kurê Emîne Ocak, Hasan Ocak ê di sala 1995’an de hate binçavkirin û windakirin vegot. Hasan Sevîm anî ziman ku dayika Emîne ne tenê dayika kurê xwe bû, ew dayika tevahiya windahiyan bû.

Ji Mirovên Şemiyê Denîz Gulunay keça Hesan Gulunay ê di bin çavan de hatiye winadakirin jî axivî û got: “Dema min dayika Emîne nas kir, di çavê wê de ne tenê êş lê min biryardariyek mezin dît. Ew biryardariya wê timî rê nîşanî me kir.”

Di bîranînê de nûnerên saziyan axaftin kirin. Bîranîn bi dirûşmeyên “Emîne Ocak nemir e” û “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” hatin berzkirin.