Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 71 kes hatin darvekirin

  • 14:16 22 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê meha Tîrmehê 71 kes hatine darvekirin. Tê gotin zextên tund li ya ser çalakvanên siyasî zêde bûye.
 
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 77’emîn de, daxuyaniyek nû derbarê darvekirinan de belav kir.
 
Li gorî daxuyaniyê ji serê vê mehê heya niha (Tîrmeh) 71 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku zextek mezin li ser çalakvanên siyasî û endamên girtî yên pêngava ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ tê kirin. Herwiha gef û binçavkirina xizmên endamên pêngavê dewam dikin.
 
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Hikumet dixwaze tirsê belav bike, gulebarandina ser zaroka biçûk ya bi navê Reha Şêx tenê mînakek ji vê hovitiyê ye. Hikumet dixwaze bivê rêyê tirsê bleav bike û nerazîbûnan, azadî û rûmeta mirovan bêdeng bike. Nabe hikumet jiyana xelkê ji holê rake û mafên bingehîn yên tometbran ei eşkere binpê dike. Dengê meyê ‘Na ji darvekirinan re’ wê heya ku darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê werin rawestandin dewm bike.”
 
Hêjayî gotinê ye di 9’ê Kanûna 2023’yan de kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ji aliyê girtiyên siyasî ve ji bo ku dengê azadîxwazan li dijî cezayê darvekirinê derbixînin hate destpêkirin. Hemû girtiyên Kurd û Îranî tevlî kampanyayê bûne û her roja Sêşemê greva birçîbûnê digirin.