Wê konferansa ‘Giringiya Yekitiya Neteweyî ya Kurdan’ bê lidarxistin

  • 14:13 22 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
WAN - Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk, dê di 26’ê Tîrmehê de li Bazîdê konferansa “Girîngiya Yekitiya Neteweyî ya Kurdan” li dar bixe. 
 
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi dirûşma “Ji bo yekitiyê ber bi aştiyê ve” dê di 26’ê Tîrmehê de li navçeya Bazîda Agirî konferansa “Girîngiya Yekitiya Neteweyî ya Kurdan” li dar bixe. 
 
Tevî Hevberdevkên Însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, siyasetmedar û nivîskarên wek Leyla Zana, Îkbal Durre, Cemîle Turhalli, Gultan Kişanak, Faîk Bulut û Hasan Ozguneş dê wek axêver beşdar bin. 
 
Konferansa ku dê wek 3 rûniştin bê lidarxistin dê mijarên pirgirêka yekitiya Kurdan, geşedanên Rojhilata Navîn û helwesta Kurdan li dijî van geşedanan bê gotûbêjkirin.