
Civînên bi gel re didomin
- 12:18 21 Tîrmeh 2025
- Rojane
Navenda Nûçeyan- Di pêşengtiya TJA, DBP û DEM Partiyê de civînên gel berdewam dikin. Li gundê Behro yê Pîrana Amedê, taxên Îplîk û Fabrîka yên navçeya Yenîşehîrê û gundê Edşayê yê Farqînê civînên gel berdewam kirin.
TJA, DBP û DEM Partî di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk de ji serê Tîrmehê ve li gelek bajarên bakurê Kurdistanê dest bi civinên gel kirine. Li gelek gundan civîn bi girseyî pêm tên. Bi taybetî eleqeya gundiyan a li hemberî civînan gelek zêde ye. Li gelek gundan sînevîzyona ku ji dîmenên banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasima Koma Aştî û Civaka Demokratîk a li Şikefta Ceseneyê tên, têne temaşekirin. Li gelek gundan eleqeya jinan û zarokan pir zêde ye.
Pîran
Li gundê Behro yê navçeya Pîranê bi tevlêbûna zêdetirî 150 kesan civîn pêk hat. Di civînê de ewil li ser girîngî û wateya pêvajoyê agahî hatin parvekirin û piştre bi pirs û bervan berdewam kir. Welatiyên gund anî ziman ku di salên 1990î de leşkeran xwest bibin cerdevan, lê ew nebûne cerdevan û ew heta dawî li pişt pêvajoya aştiyê ne û heta dawî baweriya wan bi aştiyê tê.
Welatiyan bal kişandin ser pirsgirekên gund jî û xwestin şaredarî pirsgirêkên binesaziyê û rê çareser bike û ji bo gund û navçeyê maşîne ji wan re bê şandin.
Yenîşehîr
Li gundê Îplik û Fabrîqa yên navçeya Yenîşehîrê jî bi tevlêbûna zêdetirî 100 kesan civîn pêk hat. Di civinê de sînevîzyon hat hat temaşekirin û piştre li ser pêvajoyê niqaş hatin kirin. Welatiyan bi baldarî sînevîzyon temaşe kir. Piştî sînevîsyonê pêvajo hat vegotin. Welatiyan jî anîn ziman ku ew bi rêberê xwe bawer in. Welatiyan anîn ziman ku ew li rêbertiya xwe û pêvajoyê xwedî derdikevin û fikarên xwe yên li hemberî dewletê anîn ziman.
Farqîn
Li gundê Edşayê yê Farqînê jî civîna gel pêk hat. Nêzî 50 kes beşdarî civînê bûn. Di vê civînê de tevlêbûna jin û dayîkan kêm bû. Li vir jî sînevîzyon hat temaşekirin.
Gel bi kelecan li sînevîzyonê guhdar û temaşe kirin.
Nirxandina pêvajoyê dirêj hat kirin. Gel bi berfirehî pêvajo nirxandin. Di axaftinan de derket holê ku gel ji zimanê ku rayedarên Tirkiye bikar tînin aciz in. Welatiyan destnişan kirin ku heta dawiyê em li pey Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in.