
Aktîvîsta Durzî: Em Kurdan wek lîmana ewle dibînin
- 10:20 21 Tîrmeh 2025
- Rojane
Derya Ren
NAVENDA NÛÇEYA- Aktîvîsta Durzî Aram Şekîb da zanîn ku riya rizgariya ji komkujiya li Siwêdayê parastina cewherî û modela rêveberiya xweser e û got: “Em ji gelê kurd zêdetir koordînasyon, diyalog û piştevaniyê esas digirin. Em heman demê de Kurdan dost, mutefîk û wek lîmana bi ewle dibînin.”
Piştî hilweşîna rejîma Baasê, Heyetî Tahrîr El Şam (HTŞ) hikûmeta Şamê girt û piştî hat, nasnameyên cuda hedef girt. Mehên borî de li Tartus, Hama, Humus û Lazkiyê komkujiya Elewiya pêk anî û çend rojên dawî de jî li hember gelê Durzî ya li Siwêdayê komkujiyan pêk tîne.
Li gorî Mala Şopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di pevçûnan de heta niha 940 kesî jiyana xwe ji dest daye û her wiha rojnamegerekî jiyana xwe ji dest da.
Aktîvîsta Durzî Aram Şekîb der barê mijarê de axivî.
HTŞ û komên hevkarên Tirkiyeyê
Aram Şekîb da zanîn ku bi hilweşîna rejîma Baas re kêfxweş bûne û heman demê de ji pêvajoyê tirsiyane û got: “Ji ber nasname û kêmariyê em tirsiyan. Durziyan pêşniya hilweşîna rejîmê kir. Yên ewil gihiştin Şamê Durzî bûn. Durzî ji bo xwe biparêzin hêzên çekdarî rêxistin kirin. Wek Durzî baweriya me bi HTŞ’ê tuneye. Em zextên li ser Durziyan dizanin. Komên girêdayê Tirkiyeyê û HTŞ’ê komên hevkar ava kirine.”
Hikûmeta Şamê dixwaze çi bike?
Aram Şekîb daxuyakirin ku yên niha komkujiyê dikin berê li hember Kurdan komkujî kirine û wiha daxuyand: “Êrîşên li hember jinên Êzidî divê neyên jibîrkirin. Em bi Kurdan dişibin hev. Ji ber vê em jî rêveberiya xweser ya wek Rêveberiya Rojava dixwazin. Em Durzî dixwazin di pergala rêveberiyek ne navendî de têbikoşin. Lê hikûmeta Şamê vê naxwaze. Li pey rêveberiyek Îslami ye. Jin dixwazin bibin xwedî statu. Jinên Durzî demên dawî de nokteya perwerda çekdarî de xebat dimeşand. Xweparastina xwe esas digirtin. Jinên Durzî li dijî revandin û dîlgirtinê mirinê jî didin ber çavan. Li dijî vê jehr jî girtine. Modela xweser a Kurdan ava kiriye ji bo me modela herî baş e.”
Komkujiya Durzî û Elewî
Aram Şekîb bêdengiya rayagiştî ya navneteweyî ya li hember Durziyan rexne kir û wiha got: “Sedema bêdengiyê mutabakata navber Tirkiye, DYA û Israîlê de ye. Ev welat vê hikûmetê rewa dikin. Ji ber vê jî li dijî êrîşan bêdeng in. Li dijî tehdîda qirkirinê divê yekitî hebe. Li Sûriyeyê hemû gel bin tehdîda qirkirinê de ne. Em ji gelê kurd zêdetir koordînasyon, diyalog û piştevaniyê esas digirin. Em heman demê de Kurdan dost, mutefîk û wek lîmana bi ewle dibînin.”