
Girtîgeh li bendê avêtina gavan e
- 09:05 21 Tîrmeh 2025
- Rojane
Nazlıcan Nûjîn Yildiz
WAN-Hevseroka TUHAY-DER’ ya Wanê Rengîn Karabulut, da zanîn ku tevî pêvajoya ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiriye jî binpêkirinên mafan yên li girtîgehan didomin û got divê tecrîd bidawîbe, binpêkirin bidawî bin û girtiyên nexweş bi bên berdan.
Li gorî îstatîstîkên Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Cezayê li Tirkiye û Kurdistanê ji 7’ê Nîsana 2025’an heta niha bi giştî 403 hezar û 60 girtî hene. Hejmara girtiyan her diçe zêde dibe. Binpêkirinên mafan jî her diçin zêde dibin û yên herî zêde jî girtiyên nexweş dijîn. Wezareta Dadê der barê girtiyên nexweş de daneyan parve nake û li gorî rapora 28’ê Nîsana 2025’an a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 161 jê jin hezar û 251 jê mêr bi giştî hezar û 412 girtiyên nexwşe hene. Ji van 335 jî girtiyên nexweşên giran in.
Li gorî raporê 230 girtiyên nexweşên giran nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin û ji van 105 heb hewce bi piştgiriyê dibînin. 188 girtî ji ber nexweşiyê divê bên kontrolkirin û 515 girtî jî nexweşiya wan hatiye destnîşankirin.
Tevî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpêkirinên mafan didome.
Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) ya Wanê, Rengîn Karabulut der barê binpêkirinên mafan de axivî.
‘Tevî pêvajoyê binpêkirina mafan a girtiyan didome’
Rengîn Karabulut da zanîn ku binpêkirinên mafan yên li girtîgehan derketina asta jor û wiha got: “Binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin. Hejmara girtiyên nexweşên giran zêde ne. Nexweşên pençeşêrê hene. Girtiyê du destê wan tunene hene. Binpêkirinên mafan hene. Tevî pêvajoyê binpêikrin didomin. Bi pêvajoyê re hêviyên me hene.”
'Divê dewlet gavê bavêje'
Rengîn Karabulut daxuyakrin ku tevî banga Abdullah Ocalan û gava dîrokî ya PKK’ê hîna binpêkirinên mafan didomin û desthilatdariyê gavek şênber navêtine. Rengîn Karabulut wiha dirêjî dayê: “ Rojên borî de malbatek Kurd ji ber strana Kurdî guhdar kir hat derbkirin. Divê di vê pêvajoyê de ev neyên kirin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Divê tecrîd bidawî be.”