
Piştî şewitandina çekan banga ji bo dewletê: Aştiyê wêran nekin
- 09:04 21 Tîrmeh 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Siyasetmedar û aktîvîstên jin diyar kirin ku banda duyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şewitandina çekan pêvajoyek dîrokî ye û ev tişt gotin: “Vê pêvajoyê wêran nekin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Tîrmehê de bi navê ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ banga duyemîn kir û piştî vê di 11’ê Tîrmehê de Koma Aştî û Civaka Demokratîk ya ji 30 kesî pêk dihat li Silêmaniyê çekên xwe şewitandin û bang kirin. Siyasetmedar û aktîvîstên jin der barê mijarê de axivîn û gotin divê gav bê avêtin.
‘Aştiyê wêran nekin’
Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî da zanîn ku pereyê di navbera 2013-2025’an de ji çekan re hat veqetandin ji gel re bihata veqetandin wê gel evqas xizan nebûya û wiha got: “Girtiyên nexweşên pençeşêrê nikarin xwe bigihînin dermanên xwe. Xwegîhandina mafê perwerdehiyê zehmet bûye. Wê demê gavên aştiyê bidomiya wê aborî evqas xera nebûya. Divê zimanê civakê biguhere. Divê aştî ji civakê re baş bê vegotin. Dewletê hîna gavek navêtiye. Girtiyên nexweş divê bên berdan. Divê mafê hêviyê bê nasîn. Hêviya me ev e ku ev pêvajo tune nebe.”
‘Bangek di dema xwe de hatiye kirinê ye’
Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) ya Îzmîrê Gul Ekîcî jî destnîşan kir ku banga aştî û civaka demokratîk a Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê gavek girîng e û wiha got: “Ev dawiya polîtîkayên şerê 40 salî tîne. Bang girîng e û di dema xwe de hatiye kirin. Ev bangek dîrokî ye û wê pêşiya çareseriyê vebike. Wê ji xizanî û hilweşînê xilas bike. Em gelek girîng dibînin vê gavê. Ji bo avabûna civaka demokratîk em ê bi hev re têbikoşin.”
‘Em ê heta dawî piştgiriyê bidin aştiyê’
Hevseroka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Elîf Tunca destnîşan kir ku heta dawî ew piştgiriyê didin aştiyê û wiha anî ziman: “Em wek EHP li alî Kurdan e. Çi ji destê me bê em ê bikin. Divê civak aştiyê esas bigire. Canê her kesî şewitî. Divê ev pêvajo bi aştiyê bidawî be. Divê dewlet gavê bavêje. Wê têkoşîna me bidome.”
‘Dewletê hemû sûc kirin’
Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz daxuyakirin ku Kurdistan hatiye şewitandin û hilweşandin û ev nirxandin kir: “Tirkiyeyê êrîşê gorên zarokên kurdan kir. Abdullah Ocalan û PKK’ê tevî her tiştî fedekarî kir û çek şewitandin. Em manîfestoya wan silav dikin. Divê dewlet adîl û dirûst be. Êdî bes e. Kurd ne terorîst in, welatparêz in.Tiştên ku Birêz Ocalan gotin bihata kirin wê îro her tişt cuda bûna. Divê Tirkiye azadiya Abdullah Ocalan pêk bîne.”
Rêvebera MEYADER'ê ya Îzmîrê Berîtgan Guzelyuz jî bi lêv kir ku hewce bi pergaleke ku gel di nava aştiyê de dijîn heye û wiha dawî lê anî: “Bi sedsalane mirov dimirin. Ev qirkirinek e. Mêr şer derdixin. Jin mexdûr dibin. Jinan zarokên xwe winda kirin. Em jin şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Ev derfetek dîrokî ye. Divê her kes piştgiriyê bidin pêvajoyê.”