Kiryarê ku destdirêjî 12 zarokan kir, tiryakê ji ku peyda dike?

  • 09:05 1 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Rojda Aydin- Dîlan Babat 
 
ŞIRNEX - Kiryar Yusuf Açar ku li Şirnexê destdirêjiya 12 zarokan kir, derket holê ku li Antalyayê jî destdirêjî zarokek kiriye. Malbata zarokek bertek nîşanda û got: "Dewlet dema bixwaze kesan dikare bigire. Ev kiryar çawa dikare ku tiryakê bixe vê bajarê? Li hemû dera mobese hene. Divê em zêdetir li ser van tiştan bisekin ku li bajarên me bûyerên bi vî rengî neyên jiyîn.”
 
Li Şirnexê kiryarê bi navê Yusuf Açar ku ewilî derket holê destdirêjî 4 zarokan kiriye, di 11’ê hezîranê de ji aliye dadgehê ve bi sûcên “îstîsmara cinsî ya zarokan” hat girtin. Piştî girtina kiryar derket holê ku kiryar destdirêjî 12 zarokan kiriye. Piştî ku gelek zarok destdirêjiyê ji malbatên xwe re vegotin û gilî kirin, bûyer derket holê.
 
Malbata zarokek ji ajansa me re axivî. 
 
Tiryak daye zarokan
 
Dayika zarokê, anî ziman ku beriya cejna qûrbanê zarok ji aliye Yusuf Açar ve bi destdirêjiyê re rû bi rû mane. Dayika zarokê, diyar kir ku zarokê wan ji bo ku biçe berberê ji malê derketiye û piştre xwestiye biçe li cem hevalên xwe û wiha behsa bûyerê dike: “Piştre Yusuf Açar bi motorsîkleta xwe ve nêzî zarokê min dibe û wî li motorsîkletê sîwar dike. Zarokê min ewilî siwar nabe, lê piştî ku lê îkna dike siwar dibe. Piştre ji zarokê min re dibêje ‘karekî min heye, ez wî hel bikim piştre te daynim malê’. Zarokê min di navbera kolanan de dûr dixîne û zarokê min dipirse dibêje ‘Tu min dibî ku li derê?’ Zarokê min dibe li derveyê bajêr. Zarokê min fikiriye ku ev kes wê wî bikûje. Dibe cihek çiya û tarî. Piştre zarokê min dîsa dibêje ‘te çima min anî vê derê?’lê kiryar bersivê nade. Piştre bi zorê hewl dide tiryakê bide zarokê min. Ji ber ku zarokê min qebûl nake kiryar jê re hêrs dikeve. Piştre bi awayek dine tiryakê dide.”
 
Hewldana tecawizê
 
Dayika zarok, diyar kir ku kiryar Yusuf Açar gotinên cinsî li zarok kiriye û her tim ferman daye zarok û wiha domand: “Zarokê min wêneyê kiryar kişandiye û li ser vê yekê kiryar bertek nişan daye. Kiryar Yusuf Açar destdirêjî li zarokê kiriye. Ji ber ku zarokê min destûr nedaye kiryar dîsa hêrs ketiye. Zarok dest bi giriyê kiriye. Bi zorê cilên zarok derxistiye û hewldaye destdirêjiyê bike. Zarok dîsa bertek nişan daye û kiryar dest bi heqaretan kiriye. Piştre zarok li cihekî dûr dihêle. Zarok piştre bavê xwe geriya û bavê wî bi lez çû zarok ji wir girt. Yek ser zarok anî malê. Piştre zarok tiştên ku hatin serê wî yek bi yek anî ziman. Piştre me zarok bir nexweşxaneyê.”
 
Hewl da zarokek din jî birevîne
 
Dayika zarok, bi lêv kir ku piştî bûyerê ew derketine taxê û kiryar geriyane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî rojekê zarok ji hevalên xwe re dibêje. Ew zarok jî heman kesî tarif kirin. Derket holê ku ev kiryar van destdirêjî li van zarokan jî kiriye. Piştî ku zarokan ji zarokê min re gotin hatin li cem min. Gef li zarokê min xwariye û gotiye ‘ez ê tim li van deran bim’. Zarokan hemû vê kesî li vê taxê dîtine. Di firinê de dixebite. Dema ku taxê de vê kesî hemû kes digerin. Zarok dibînin ku zarokek biçûk li cem wî kesî ye. Zarok demildest hemû hevalên xwe û birayê xwe digere. Ew zarokê biçûk ji destê kiryar xilas dikin, lê kiryar yek ser ji wir direve. Piştre me hemû xizmên zarokan geriya û got gelek zarok ji aliyê wî kesî ve rastî destdirêjiyê hatine. Me ji mezinên malê re rewşê vegot û piştre em çûn emniyetê me gilî kir. Di dema serdegirtina malê de ev kes nehat binçavkirin. Ji malê reviya bû. Roja din hemû gelê Şirnexê bûyerê bihîst û li ser medyaya dijîtal edaletê geriyan.”
 
Kiryar li bajarek din destdirêjî zarokek kiriye
 
Dayika zarok, destnîşan kir ku malbata kiryar hatiye li cem wan û ji bo giliya xwe paşve bikişînin gelek tişt kirine û wiha dom kir: “Ji me re gotin giliya xwe paşve bikişînin ‘em ê kiryar bişînin bajarekî dinê’. Malbata kiryar xwest ku ser vê bûyerê bê girtin. Ez qebûl nakim ku ev kiryar li derve rehet bigere. Ger ku biçûya bajarek dinê di destdirêjî zarokên wê derê jî bikira. Têkildarî Yusuf Açar de li Antalyayê jî derbarê heman mijarê de dosyeyek heye. Lê tu tişt nehatiye kirin û ev kes hat vê derê. Xizmên vê kiryarê vê tiştê dizanibûn û bêdeng diman. Ya ku ez zanim destdirêjî 15 zarokan kiriye, hîn 4 malbatên zarokên dinê jî ji tirsana nikarin biaxivin. Bila malbat zarokên xwe netirsînin, bila bi wan re biaxivin. Piştî ku hemû malbatên zarokan bertek nîşanî xizmên kiriyar dan, xizmên polîsan jî li ser vê yekê polîs geriyan û cihê ku kiryar xwe veşartibû gotin. Me dengê xwe bi awayek hewl da bidin bihîstin. Me 3 malbat serlêdan kir û gilî kir, lê niha 12 zarok hene.”
 
Kiryar tiryakê ji ku peyda dike?
 
Dayika zarok, herî dawî got divê kiryar cezayê herî giran bigire û bang li baro û saziyên jin û zarokan kir ku piştgiriya vê dozê bûn. Dayika zarok, bi lêv kir ku dibe ku zêdetir zarok bi destdirêjiyê re rû bi rû mane û divê piştgirî bê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev dewlet dema bixwaze kesan dikare bigire. Ev kiryar çawa dikare ku tiryakê bike vê bajarê? Vê tiryakê ji ku peyda dike? Li hemû dera bajarê me qemereyên mobese hene, ev tiryak çawa dikare bi rehet vê yekê bike? Divê em zêdetir li ser van tiştan bisekin, da ku li bajarên me bûyerên bi vê rengî neyên jiyîn.”