
ROJEVA 28'Ê GULANA 2025'AN
- 09:00 28 Gulan 2025
- Rojev
*Têkoşîna xizmên windayan 30 sal in didome. Suzan Mehmetoglu Aksoy dyar kir ku ‘hefteya windayan’ encama têkoşîna li dijî bi zor windakirinan e. DÎMEN HEYE
*Qada navneteweyî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erênî pêşwazî kir û dipê ku Tirkiye li hember bangê gavekê bavêje. DÎMEN HEYE
*Jin ji bilî têkoşîna jiyanê, neçar dimînin têkoşîna aborî jî bidin. DÎMEN HEYE
*Sebahat Tuncel ya TJA’yî der barê îfadeyên peymana xwişk û biratiyê û xebata enternasyonal a hevpar a di peyama ku 18’ê Gulanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandibû de cih digirt nirxand û got: “Ev gava Birêz Ocalan ne tenê PKK’ê hemû siyasetê, dwletê diguhere. Marx digot hemû karkerên cîhanê bibin yek. Lê Abdullah Ocalan dixwaze hemû kesên jiyana komunal esas digirin bên gel hev.” DÎMEN HEYE
*Parêzer Mîna Rana Kahrmanoglu der barê doza Narîn Guran de axivî û got: “Em her tim dibêjin, pergalek edaletê ya zarokan esas digire hebûna me neha vê nediaxivîn. Wek STK me yê evqas gazinc nekiriba.” DÎMEN HEYE
*Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Mune Ebdullhamid diyar kir PKK ne dawî ye lê destpêkek nû ye û got:"Gelek kesî dan pênasekirin ku êdî PKK bi dawî bû lê belê ya rast PKK ji nû ve jîndar bû. Destpêka pêvajoyek nû ye. Ji ber ku PKK'ê li ser bingeha rast, polîtîk, civakî û exlaqî xwe bi rêxistin kir." DÎMEN HEYE
*Parêzer Gulan Çagin Kalelî ji bo runiştina Îpek Er ya ku wê sibê bê dîtin bang ki rû got: “Me çawa dosya Sêrtê şopand bi gelek hevpîşe û STO’yan em ê dosyayê jî bişopînin.” BI DÎMEN