ROJEVA 27'Ê GULANA 2025'AN

  • 09:00 27 Gulan 2025
  • Rojev
 
* Rojnameger û nivîskar Ayşe Dûzkan, bal kişand ser geşedanên siyasî û got: "Tevgera Azadiya Kurd guhertinên civakî yên girîng afirandiye. Îro Tevgera Azadiya Kurd têk biçe jî, di civaka xwe, herêmê û Tirkiyeyê de tovên azadî, wekhevî û demokrasiyê çandiye." BI DÎMEN 
 
*Dayika Ayten Ozturk a ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û qetilkirin Dîlîf Ozturk,  di çarçoveya "Hefteya Windayan" de daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û got, "Em edaletê dixwazin, kê kir bila bê cezakirin, em ê çawa ji bîr bikin?" DÎMEN HEYE
 
*Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt, ku 28 sal in têkoşîneke bêhnfireh dimeşîne û têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bi gotinên "Ez ji destpêkê ve ji têkoşînê hez dikim" vegot wiha dewam kir, "Min jiyana xwe ji bo aştî, azadî, edalet û demokrasiyê derbas kir." DÎMEN HEYE