ROJEVA 27'Ê GULANA 2025'AN 2025-05-27 09:00:00     * Rojnameger û nivîskar Ayşe Dûzkan, bal kişand ser geşedanên siyasî û got: "Tevgera Azadiya Kurd guhertinên civakî yên girîng afirandiye. Îro Tevgera Azadiya Kurd têk biçe jî, di civaka xwe, herêmê û Tirkiyeyê de tovên azadî, wekhevî û demokrasiyê çandiye." BI DÎMEN    *Dayika Ayten Ozturk a ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û qetilkirin Dîlîf Ozturk,  di çarçoveya "Hefteya Windayan" de daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û got, "Em edaletê dixwazin, kê kir bila bê cezakirin, em ê çawa ji bîr bikin?" DÎMEN HEYE   *Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt, ku 28 sal in têkoşîneke bêhnfireh dimeşîne û têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bi gotinên "Ez ji destpêkê ve ji têkoşînê hez dikim" vegot wiha dewam kir, "Min jiyana xwe ji bo aştî, azadî, edalet û demokrasiyê derbas kir." DÎMEN HEYE