Rihayê piştgirî da berxwedana Wanê

  • 13:40 14 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
RIHA - Li Rihayê ji bo piştevniya bi çalakiya nobedê ya li dijî hewldana desteserkirinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di roja 4'an de ye, daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn: “Em li gel berxwedana gelê Wanê ne. "
 
Rêxistinên bajar û navçeyan ên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Part), cezayê ku li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatiye birîn, li ber avahiya DEM Partiyê ya Rihayê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ne qeyûm demokrasî" hat vekirin. 
 
Aktîvîsta TJA'yê Edle Fîdan di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew bi gelê Wanê re ne û got, "Hûn nikarin bi qeyûman van kesan bi paş ve gavê bidin avêtin."
 
'Siyaseta qeyûm siyaseta tasfiyekirinê ye'
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, anî ziman ku DEM Partî li gelek cihan li ser navê demokrasî û çareseriyê xebatên xwe dimeşîne û wiha got: “Em bi salan e li dijî bêhiqûqiyê têdikoşin û li ber xwe didin. Em dibêjin werin çareserî û demokrasiyê bibînin, lê ew qeyûm tayîn dikin. Siyaseta qeyûm, siyaseta tasfiyekirinê ye. Hikûmet dibêje werin em bi siyasetê çareser bikin, lê astengiyan derdixe pêşiya kesên ku siyasetê dikin digire û wan ceza dike. Ev çi nakokî ye.  Divê hikûmeta AKP’ê biryara xwe bide. Divê eşkere bike ku ew alîgirê çareseriyê ye. Roja din parlementerên Stenbolê hatin binçavkirin. Li ku derê kesek behsa demokrasiyê bike, wî digirin û astengiyan derdixin pêşiya wî."
 
'Dê demokrasî bi ser keve'
 
Omer Ocalan got, "Gelê Kurd sed sal in li ber xwe dide" û wiha dewam kir: "Gelê Wanê ji bo daxwaza vîna xwe û şermezarkirina polîtîkaya qeyûm bi rojan e li qadan li ber xwe dide. Bi qetlîam û qeyûman siyaset nayê kirin. Heta niha bi dehan qeyûm hatin tayînkirin, lê me dest ji têkoşîna xwe berneda. Em demokrasiya radîkal diparêzin û em ê bidomînin. Kurd li dijî tirsandin û îmhayê li ber xwe didin û siyaset û têkoşîna xwe dimeşînin. Em ê bi israr çareserî û demokrasiyê biparêzin. Em li gel berxwedana gelê Wanê ne. Em ji vir silavên xwe ji gelê Wanê re dişînin. Dê demokrasî bi ser bikeve"
 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Wanê" bi dawî bû.