Gundên Til Temir tên bombebarankirin
- 20:53 5 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 3 gundên Til Temirê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran tên topbarankirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), Tirkiyeyê û komên paramîlîter yên girêdayê wê gundên Dirdara û El Eboş ên bakurê bajarê Til Temirê û gundê Um El Kêf ê rojavayê bajêr bi çekên giran bombebaran dike.