Nuran Îmîr: Sûcê mirovahiyê hat kirin

  • 14:06 4 Îlon 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Di 4’ê Îlona 2015’an de ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve qedexeya derketina derve li Cizîrê hat îlankirin û 9 rojan berdewam kir. Di dem qedexeyê de 21 kesî jîyana xwe ji dest da. Rêveberiya HDP’ê ya Cizîrê bi minasebeta salvegera qedexeya ku di encamê de bi dehan kesî yiyana xwe ji dest da daxuyanî da. Di daxuyaniyê de parlamenter Nuran Îmîr diyar kir ku li ser vê axê sûcê mirovahiyê hatiye kirin.
 
Li Şirnexê û navçeyên wê piştî berxwedana rêvebirina xweser di sala 2015’an de hat destpêkirin bi demeke kurt Waliyê Şirnexê di 4’ê Îlonê de qedexeya derketina derve îlankiribû. Di encama qedexeya ku 9 rojan berdewam kir de 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Bi minasebeta salvegera qirkirina ku hat kirin, di pêşengiya Rêvebiriya HDP’ê ya Cizîra Şirnexê de li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê daxûyanî hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endam û rêvebirên HDP’ê yên Şirnex û navçeyên wê tevlî daxûyaniyê bûn. Daxûyanî Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç xwend.
 
Gulerê, anî ziman ku qedexeya di 4’ê îlona 2015’an de pêk anîn wê qet ji bîra mirov nece û wiha got: “Di bin navê parastin û aramiyê de qedexe îlan kirin û êriş kirin. Bi wan êrîşan re jiyana gel ket xeterê Di ser qedexeyê re 5 sal derbas bûn û di derbarê kesên jiyana xwe ji destdan de dosyeyên ku hatin vekirin bêencam man. Derbarê dosyayan de biryara bêşopandinê hat dayîn. Di dosyeyan de hat gotin ku kiryar nehatine dîtin. Di dosyeyên ku hatin vekirin de delîl jî hebûn lê belê piştguh kirin û dosya hemû girtin.”
 
‘Li vî welatê hiqûq nehat pêkanîn’
 
Gulerê, bibîr anî ku di qedexeya 9 rojî de 21 kesan jiyana xwe ji dest da û wiha pêl da axaftina xwe: “Di ser qedexeyê de 5 sal serbas bû jî di derbarê 9 dosyeyan de biryara bêşopandinê hat dayîn û ya 6 dosyeyên dinê jî demborî(zaman aşımı) çêbû. Kesên ku jiyana xwe ji destdan hemû zarok, kal û pîr bûn. Li taxa Cudiyê ki ber guleya lêket Cemîle Çagirgaya ku jiyana xwe ji destda û cinazeyê wê sarincê de hat girtin di hişê me de cihê xwe girt û nayê jibîr kirin. Ji bo Cemîleya ku cinazeyê wê sarincê de hat girtin hiqûq pêk nehat, kiryar nehatin cezakirin û lêpirsîn bêencam ma.”
 
‘Dewlet bi welatiyên xwe re şer kir’
 
Gulerê, da zanîn ku di vî pêvajoyê de mafê jiyanê hatiye binpêkirin û bûye sedema jiyana bi dehan kesan û ev tiştan got: “Bi hemû hêzên xwe sivîlan hedef girtin û li pêkanînên li dijî mirovajiyê hatin jiyîn. Ji operasyonekî zêdetir şer hat jiyîn. Dewlet bi welatiyên xwe re şer kir. Li dijî welatên xwe hêzên zêdetir bikar anî. Av û ceyranên gel birîn. Gel bi mirinê tehdît kirin. Bajarê ku xwedî 150 hezar nifûzêye mahkûmê mirinê kirin.”
 
Gulerê, herî dawî got ku hovîtiya li Cizîrê hat jiyîn ew ji bîr nekin û ew ê nedin jibîr kirin.
 
‘Ev êrîş li dijî Kurdan hat kirin’
 
Piştre parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî û got: “Ev êrîş li dijî kurdan hat kirin. Îqtîdarê bi konsepteke nû li dijî kurdan şerekî nû da destpêkirin. Ev şer bû sedema kuştina gelek zarok û welatiyan. Ev êrîş bi taybetî li dijî kurdan bû. Şerê ku hat îlankirin li dijî azadî, aştî û wekheviyê bû. Li dijî vê zilmê şêniyên bajêr û navçeyan di malên xwe de man. Kesên ku biryara şer dan xanî bi ser gel de hilweşandin. Ger daxwaziya wan şer nebûya dê kiryarên Komkûjiya Roboskê derbixistina holê. Ger kiryarên Roboskê derketana holê dê Cizîr, Silopî, Hezex, Şirnex, Sûr û Nisêbînê êrîş pêk nehata şer pêk nehata. Îqtîdarê li ser vê axê sûcê mirovahiyê kir. Bi van êrîşan xwestin kurdan tune bikin. Bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da di encama van êrîşan de. Em ê tu carî vê hovîtiyê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.”
 
Piştî daxûyaniyê malbatên 21 kesên ku jiyana xwe jidestdan hatin ziyaretkirin.