‘1’ê Mijdarê roja yekgirtina li hember komkujiyan e’
- 11:57 1 Mijdar 2019
- Rojane
HESEKÊ - Ji Rêveberiya Mala Jinê Neîma Mehmûd roja 1'ê Mijadarê bi bîr anî û got: "Qirkirna bi ser gel û jina de hat, niha dubare dibe. Em ê jin destûrê nedin komkujiyan û berxwedanê mezin bikin.”
Îlona sala 2014’an DAIŞ bi êrîşên herî hovane bi ser Kobanê de çû. Bi berxwedana destana şervanên YPG û YPJ’ê Kobanê di çapa cîhanê de bû kelha berxwedanê. Bi heman wesîleyê 1’ê Mijdarê roja kobanê ya cîhanî hat pênasekirin û li seranserî dinyayê çalakî hatin lidarxistin. Ji gelek welatên cuda şervanên enternasyonal hatin tevlî berxwedanê bûn. Ev piştevaniya mirovahiyê bû sedem ku êdî koalisyon bê avakirin û piştevaniya Kobanê çêbû.
Ji wê rojê û pê de bi saya berxwedana şervanan piştgiriya derketî gelê kurd hîn zêdetir di raya giştî de hat nasîn. Ji wê demê heta niha her sal di 1'ê Mijdarê roja Kobanê ya Cîhanî de li her deverê çalakî tên lidarxistin û piştevanî tê nişansan. Niha dewleta tirk hovîtiyên ji wê demê mezintir dubare dike. Bi heman hişmendiyê carek din bi pêşengiya kurdan çalakiyên cihêreng li seranserî cîhanê tên lidarxisin. Xuyaye di van du rojên destpêka meha mijdarê de dê çalaki hîn zêdetir derkevin asta jor.
'Bi baweriya şaş êrîş dikin'
Ji Rêveberiya Mala Jinê ya Kantona Hesekê Neîma Mehmûd di derbarê êrîşê çeteyên DAIŞ'ê û dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê de ev tişt ragihand: "Di 2011'an de şoreşê dest pê kir. DAIŞ'ê hovîtiyek mezin ser gelên herêmê kir. Di sala 2013'an de ez çûm Tirkiyeyê min dît jin rûyê wan bi şalikê reş giyêdayîne û belavokên bi navê baweriya îsalama şaş li gel belav dikin. Erdogan baweriyan li gorî xizmeta xwe dide bikaranîn. Erdogan bi riya pere zarokê temenbiçûk dixapand û dikirîn, baweriya şaş bi pera nîşanî wan dida. Niha jî ew kesê ku ji hemû dewletan mejiyê wan hatiye şuştin, di bin navê wê baweriyê de şerê me dikin. Dagirkeriya tirk ne tenê şerê kurdan dike, şerê hemû pêkhateyan dike."
'Ji wekheviya gelan ditirsin'
Neîma diyar kir ku dewleta tirk ne tenê şerê gelê kurd ê azadîxwaz dike û wiha dewam kir: "Em dibînin şerê îro bi ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê sivîlên ku koçber dibin ne tenê gelê kurd e ji hemû pêkhateya ji malê xwe koçberî bajarê Hesekê bûne. Bi hev re jiyan ji bo me bingeh bû û em li mala xwe bû. Çi karê van çeteyan li ser axa me heye? Erdogan dibêje ez ê sivîlên din ser vê xakê bi cih bikim. Ev xaka bav û kalê me ye. Bi hezar salan e em ji her pêkhateya ser vê axê jiyane. Divê her kes bizanibe êrîşên bi ser gelê Kobanê û bi taybet qirkirina jina pêk anî, îro jî dubare dikin. Bila her kes zanibe li Rojava ji aliyê dewleta tirk ne tenê jinê kurd hedef tê girtin.Îşkence di şexsê jina kurd de li hemû jinan tê kirin. Ji bo wê jî ya di destê me jinan de dimîne berxwedan e. Em hemû jin li pişt berxwedana rûmetê ne û carek din naxwazin tarîtiyek din bijîn. 1’ê Mijdarê roja yekgirtina li hember komkujiyan e. Di vê rojê de divê em li dijî hemû kiryarên qirêj a dewleta tirk derkevin û bibin yek."







