TJA di çarçoveya xebatên kampanyayê de bi jinan re hat gel hev

  • 15:57 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
WAN - TJA di çarçoveya kampanyeya “Ji bo guhertinê tu jî rabe ser piyan” li Wanê bi jinan re civiya. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyeya “Ji bo guhertinê tu jî rabe ser piyan” de xebatên xwe berdewam dike. Di çarçoveya van xebatan de TJA'yê îro li Wanê bi tevlîbûna Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Muazzez Orhan, Meclîsa Jinan ya HDP’ê, aktivîstên TJA’yê li taxa Seyrantepeyê bi jinan re civîn li dar xist. 
 
TJA ji aliyê jinan ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Di civîna ku bi jinan re pêk hatî de êrîşên li dijî Rojavayê Kurdîstanê hatin nirxandin. Piştî nirxandinên pêvajoyê bername bi  pêşniyar û nêrînên jinan bi dawî bû.