Zarokê bi navê Cimea hedef hat girtin

  • 15:14 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Artêşa tirk sivîlên Serêkaniyê hedef digirin.
 
Artêşa tirk ji 9'ê cotmehê de êrîşî seranserî sînorê Rojava kir. Zarokê bi navê Cimea ( 11) ê ku bû hedef ji ber şewata laşê wî nikare biaxive. Bavê Cimea bang li cihanê kir ku çavê xwe ji qetîlamê negirin û rabin ser piyan û wiha pêl da axftina xwe: "Erdogan zarok, jin, kal û pîr hedef digire. Ev ji tu aliyan ve nehatiye qebûlkirin, pêwist e cihan bi tevahî li beramberî artêşa tirk a dagirker derkeve û qetîlamê qebûl neke."
 
Bavê Cimea wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em gelekî aştîxwaz in, me êrîşî tu kesî nekiriye, em daxwazê mafê xwe yê jiyanê dikin."