Li Amedê qeza çêbû: 2 kesî jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn

  • 15:08 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê wesayîtek qulipî, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. 
 
Li ser rêya Amed û navçeya Wêranşar a Rihayê qeza çêbû. Di qezaya rû da de Menîce Cîn a 45 salî û Hatîce Cîn a 10 salî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Ajokar Hakki Cîn (43), Esra (16), Eylul (7) û Dilşa Cîn (60) ên di wesayîtê de bûn birîndar bûn. Ambûlansên hatin cihê qeza birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Amedê. Hat diyar kirin ku rewşa Dilşa Cîn a birîndar giran e.