Jinên Efrînê: Doza me doza azadiyê ye

  • 13:59 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
Ferîda Zada
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku beşdarî meşa Kongreya Star a ji bo şermezarkirina êrîş û dagirkeriye dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê bûne, axivîn û gotin: "Êrîşên li ser Rojhilatê Firatê berdewamiya dagirkeriya Efrînê ye."
 
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Efrînê meşek bi dirûşma "Dagirkerî û gefên Erdogan li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê berdewamiya komploya 9’ Cotmehê ye" ji bo şermezarkirina êrîşên Artêşa Tirk li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê hat lidarxisin. Jinên tevli meşê bûn nêrînên xwe anîn ziman.
 
'Pêkanînên li Cizîrê yên li Efrînê tîne bîra mirov’
 
Dunya Hebeş a ji gundê Erendê yê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê ye êrîşên dewleta tirk şermezarkirin û got: "Em êrîşên Erdogan û dagirkeriya wî lenet û şermezar dikin. Tiştê ku niha li Cizîrê diqewime berê li Efrînê hatibû kirin. Em vê yekê qebul nakin, em kurd in û zimanê me heye, heta kêliya dawiyê em dev ji zimanê xwe bernadin."
 
'Doza me doza azadiyê ye'
 
Emîne Faqî jî axivî û wiha qala êrîşên Artêşa Tirk  kir û got: "Em bi darê zorê ji Efrînê derketin,  îro li Şehbayê jî em ji êrîşên wan xilas nebûne. Lê eger kurdek jî li ser rûyê erdê bimîne wê dev ji xaka xwe bernedê. Em piştgiriya gelê Cizîrê dikin û li dijî êrîşan serî hildidin. Em ê bi hêza xwe Kurdistanê rizgar bikin. Hemû dewletan kurd bi êrîşan re tenê hiştin, lê baweriya me bi hêz û îradeya me heye, em ê tucarî dev ji doza xwe bernedin. Kurd çiqas di komkujiyan re derbas bibin jî dawiya wan nayê, ji ber ku doza me doza azadiyê ye."
 
'Berxwedana me tu sînoran nas nake'
 
Kîfeyet Ebdo jî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha domand: "Ez êrîşên dewleta tirk şermezar dikim û em bi gelê Sûriyeyê re yekin ne ji mafê Erdogan e ku were erdên me dagir bike û me ji hev qut bike. Erdogan çi ji gelê Sûriyê dixwaze her tim jin, zarok, pîr û kal ji ser axa xwe penaber dibin. Lê em weke kurd ji bilî berxwedan û parastina rewa rêya me tune ye. Em ê her li ber xwe bidin û em tu sînoran nas nakin."
 
'Li ser erdê me bazar tên kirin'
 
Gulîstan Muhemed jî axivî, bang li hemu kurdan kir û got: "Ez bang li hemu kurdan dikim. Li  ku derê dibin bila bibin bila li dijî dagirkeriyê rabin û serî hildin. Li ser axa me bazar tê kirin em tenê carekê dijîn bila jiyana me jî bi rûmet be. Em ê xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Erdogan û çeteyên wî re nehêlin, em ê li her deverê li ber xwe bidin."