Li Mexmurê Zîlanê hat bibîranîn

  • 08:40 1 Tîrmeh 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi merasîmekê hat bîranîn.
 
Duh êvarê li Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li salona konfaransê, bi boneya 24’emîn Salvegera şehadeta Zeynep Kinaci  ( Zîlan) merasîmek a bîranînê hat lidarxistin. Merasîma bîranînê ji aliyê Meclîsa Îştar û Meclîsa Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmur’ê (TJCM) ve hat organîzekirin. Merasîm ji bo tevahî tekoşerên azadiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. 
 
Li ser giringî û wateya rojê endama kordînasyona Meclîsa Îştar Cîhan Çiya axivî û got: "Ez di destpêkê de xêrhatina tevahî kesî dikim. Di vê roja pîroz ku mohra xwe li binê serkeftinek mezin xistiye de di şexsê rêheval Zîlan de tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin."
 
‘Zîlan ji bo tevgera jinê xeteke zelal da avakirin’
 
Cîhan Çiya di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya Zîlan û wiha domand: “24 sal me li pey xwe hişt. Rêheval Zîlan pêşiya xwe dît û manufesteyek ava kir. Îro di şexsê rêheval Leylayan de  bi berxwedanek bêhempa tecrîd kêm jî be şikand. Şehîd Zîlan bi çalakiya fedaî weke felsefeyekê ruhê demê daye diyarkirin. Bi rastî jî heval Zîlan ji bo tevgera jinê xeteke zelal da avakirin. Her hevalê ku çalakiya fedaî dike xwedî hezkirinek gelek mezin e. Em di vê baweriyê de ne ku hemû havalên ku çalakiya fedaî pêk anîne ji bo me xeta zelal e.”
 
‘Ev şop diyar dike ku em ê azadiya gelê Kurd bibîne’
 
Endama kordînasyona Meclîsa Îştar Cîhan Çiya bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev şop diyar dike ku em ê azadiya gelê Kurd bibîne. Ji bo wê em dîsa di şexsê rêheval Zîlan de em tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin û em bejna xwe li beramberî wan ditewînin.”
 
Piştî axaftina endama kordînasyona Meclîsa Îştar Cîhan Çiya Sînevizyona ku li ser jiyana Zîlan  hatibû amadekirin hat temaşekirin. Piştî temaşekirina Sînevizyonê, koma Kevana Zêrîn derket ser dikê.
 
Merasîma bîranînê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.