Yekem civîna Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
- 12:00 28 Hezîran 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Yekem civîna Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Amûdê dest pê kir.
Îro li hola Encumena Zagonsaz a herêma Cizîrê ya navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê, yekem civîna Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî kongreyê avakirina Meclîsê hat lidaxistin. Bi tevlîbûna Endamên Meclîsê, endamên Partî, Rêxistin, Kongreya Star, jinên Serbixwe, civîn hat lidarxistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.
Dê bernameya Civînê wiha be: Encamê civîna Koordinasiyona Meclîsa Jin a Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê ew ê bê diyarkirin. Her wiha erk û xebatê Meclîsê dê were nîqaşkirin. Wê bernameya kar ya du mehên pêş were nîqaşkirin. Di heman demê de wê giringiya avakirina Meclîsa Jin û li ser xalên rêzgnameyê yên bingehîn û zagonên jinê nîqaş werin kirin.
Civîn niha ji dîwana ji pênç jinan tê birêvebirin.








