'Em amade ne her xaka xwe biparêzin'

  • 14:24 16 Hezîran 2019
  • Rojane
Tulîn Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku tevlî meşa li dijî dagirkirina dewleta Tirk a li ser Efrîn û Başûrê Kurdistanê bûn wiha gotin: "Bi xwîna pakrewanên ku canê xwe fedayî axa xwe kirine em ê xaka xwe ji dagirkeriyê biparêzin. Em amade ne her xaka xwe biparêzin."
 
Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê meşek ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Rojava û Başûrê Kurdistanê  bi dirûşma "Bi rihê berxwedana serdemê û Şeladizê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî hildin” li dar xistin. Têkildarî vê mijarê jinên ku beşdarî meşê bûn nêrînên xwe bi me re parve kirin û gotin: "Em kurd in her û her em hene û em ê serî li hember dagirkeriyê hildaye."
 
'Em ê berxwedana xwe berdewam bikin heya em digihêjin armanca xwe'
 
Jina bi navê Newroz Murad wiha got: "Em her tim amade ne û li çalakiyan e, ji ber ku em serê xwe ji kesî re natewînin. Dewleta Tirk çi dike bila bike em ji êrîş û gefên wê natirsin. Heta kurdek ji me hebe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê berxwedana xwe berdewam bikin heta em digihêjin armanca xwe."
 
' Ji bo azadiya xwe em ê her dem têbikoşin'
 
Her wiha jina bi navê Fatimê Şêxo jî li ser kiriyarên dewleta Tirk axivî û got: "Em gelê Efrînê bi meşekê rabûne ji bo şermezarkirina dagirkirina dewleta Tirk a li ser Efrînê û kiryarên ku di derheqê gel û xwazayê de dike. Dewleta Tirk nikare îradeya me bişkîne ji ber ku me perwerdeyên xwe ji felsefiya Rêber Abdullah Ocalan girtiye. Em li Şehbayê her û her di nava çalakiyan de ne ji bo rizgarkirina Efrînê. Ji bo azadiya xwe em ê her dem têbikoşin."
 
'Em ê welatê xwe azad bikin'
 
Jina bi navê Henîfe Beko wiha hestên xwe li hember êrîşêm dewleta tirk a li ser xaka Rojava û Kurdistanê anî ziman û got: "Em dagirkeriya Tirk a li ser kurdan û çar parçayên Kurdistanê şermezar dikin. Di Efrînê de kurdên bi navê ENKS'ê xwe firotin û erdê xwe jî firotin. Lê em ê bi xwîna şehîdên xwe Efrînê rizgar bikin. Ger bi darê zeytûnan mabe wê Efrîn ji qirêjiya dewleta Tirk wê paqij bibe. Em ê welatê xwe azad bikin."
 
'Em Kurd in her û her em hene û me serî li hember dagirkeriyê hildaye'
 
Remziyê Hesen jî wiha got: "Em dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Serokê Iraqê dibîne ku dagirkerî li ser axa wî jî tê kirin lê bêdeng in. Em Kurd in her û her em hene û serî li hember dagirkeriyê me hildaye."