Gelê Efrîn û Şehbayê bi meşek mezin êrîş şermezarkirin

  • 14:11 16 Hezîran 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê meşek ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrîn û Başûrê Kurdistanê bi dirûşma: "Bi rihê Berxwedana Serdemê û Şeladizê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî hildin" li gundê Babinês ê Navçeya  Ehdas a Şehbayê li dar xistin.
 
Bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Serdemê û Şeladizê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî hildin" bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê meşek li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrîn û Başurê Kurdistanê li dar xistin. Meş ji destpêka gundê Babinês heya qada gund rawestiya, gel di meşê de wêneyên pakrewanên azadiyê û pankertên bi nivîsa "Hûn çiqas bişewitînin, em ê bi xwîna xwe jîn bikin, Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re" hilgirtin. 
 
Paşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê endama Koordinasyona Kongreya Star a Efrînê Zelal Xebat axivî û di axaftinê de balkişand li ser kiryarên dewleta Tirk yên  li ser Efrîn û Başûrê Kurdistanê û wiha got: "Ji ber ku dewleta Tirk bi rêya gel dixwaze projeya Netewa Demokratîk qir bike, lê gelê aşitîxwaz tu carî serî li hember dijmin netewand, ji ber ku bi fikir û ramanên Serok Apo ve girêdayî ne."
 
Piştre daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Efrînê Nûrşan Hisên ve hat xwendin, di daxuyaniyê de wiha hat gotin:  "Dewleta Tirk di 18'ê Adarê 2019’an de Kantona Efrînê dagir kir û bi sedhezaran welatiyên Efrînê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin û li Şehbayê bi cih bûn, piştî dagirkirina Efrînê dewleta Tirk dest bi kiryar û xewnên osmanî kir û êdî guhertina demografîk û kiryarên li dijî gel da destpêkirin. Her wiha dewleta Tirk dixwaze siyaseta xwe ya Osmanî li ser her çar parçeyên Kurdistanê bimeşîne, ji ber vê yekê êrîşî Başûrê Kurdistanê dike û ev êrîş bi bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê tê kirin.”
 
Meş bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.