Komeleya Newroz a Lubnanê civiya

  • 14:05 16 Hezîran 2019
  • Rojane
Roj Hozan
 
BEYRÛT - Bi armanca naskirina jinê û parastina jinên Komeleya Newroz a Lubnanê bi jinên rêxistinên cuda yên  Ermen re civîn pêk hat.
 
Jinên Komeleya Newroz a Lubnanê ji bo danasîna jinê û parastina wê û kongreya ew ê di siberojê de bê avakirin civîn bi jinên ji neteweyên cuda li Lubnanê li dar xist. Rêxistina jinên Sûriyan, jinên Lubnanî, jinên Filistînî her wiha jinên partiyên siyasî û saziyên civakî yên ku li Lubnanê kar û xebatê xwe didin meşandin ew ê beşdar bibin.  Civîna yekem jî bi rêxistina jinên Ermen re hat çêkirin û di nav de jî nîqaşên girîng derketin pêş.
 
'Armanca me xwedîderketina li hemû jina ye' 
 
Nîqaş ji aliyê Endama Rêveberiya Komeleya Newroz Henan Osman ve dest pê kir. Henanê wiha got: "Xweparastin ji bo jinê pir girîng e.   Di sedsala 21'emîn de ku weke şerê cîhanê yê sêyemîn tê binavkirin şerekî taybet li ser jinê tê meşandin. Di nava bûyerên qetilkirin, tecawizkirin û tundiya li ser jinê civak paşve diçe.  Li hemû welatên  ku şer lê heye mîna Afganistan, Pakistan, Iraq, Sirîlanka, Lîbya, Sûriye û  gelek welatên din mafê jinê tê binpêkirin. Hevgirtina jinan girîng e.  Ji bo me ya girîng xwedîderketina nirxên jinê û civakê ye."
 
Endama Rêveberiya Partiya Şûwî Nara Hawî jî di nava nîqaşên ku çêbûne bal kişand ser hêz û vîna jinê ya ku dikare bibe bersiv ji van kiryaran re û wiha axftina xwe domand: "Di nava van şerên ku li  cîhanê diqewimin û bi taybet li rojhilata navîn a herî zerarê dibîne û dibe qurbanî jin e.  Dema em dibêjin divê hevgirtina jinan çêbibe di encamê de em di wê baweriyê de ne ku hêz û vîna jinê dikare bibe bersiv ji her cureyên tûndiyê re.  Armanca me jî ew e ku em vê yekê bi jinê bidin naskirin êdî jin bi xwe bikare xwe biparêze.  Helbet civînên me jî wê berdewam bin heta lidarxistina kongreya parastina tevahî jinan." 
 
Civîn bi pirs û bersivên jinan hat bidawîkirin.