Ji bo mêrê tacîzkar cezayê hepsa malê

  • 11:02 16 Hezîran 2019
  • Rojane
EDENE - Ji bo mêrê bi navê Nevzat Ş. yê ku li wesayita gel wêneyê jinekê kişand û ew tacîz kir, cezayê hepsa malê hat dayin. 
 
Mêrê bi navê Nevzat Ş. (60) li Edeneyê li wesayita gel de bi telefonê wêneyê jinekê kişand û bi vî awayî ew tacîz kir. Rêwiyên ku ferq kirin Nevzat dîmen dikşîne telefon ji destên wî girtin. 
 
B.D. a ku bi tacîzî rû bi rû hat hiştin Nevzat gilî kir. Nevzat hat binçavkirin. Piştî ku Nevzat sewqî edliyeyê hat kirin ji aliyê dadgeriya cezayê sulhê yê nobedar bi hepsa malê hat cezakirin.