Li 5 herêmên Colemêrgê qedexe hat îlankirin
- 11:01 16 Hezîran 2019
- Rojane
COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê li 5 herêmên girêdayî navenda bajêr û navçeyên wê ji bo 15 rojî wekî "Herêma Taybet" îlan kir.
Operasyona derveyî sînor a Tirkiyeyê ya li dijî Bradosta Herêma Federa ya Kurdistanê didome. Walîtiya Colemêrgê li 5 herêmên girêdayî navenda bajêr û navçeyên wê ji bo 15 rojî wekî "Herêma Taybet" îlan kir.
Di çarçoveya biryarên ku hatin sitendin tevî navenda bajêr li sînorên Çelê, Gever, Şemzînan û Derecîkê ji bo 15 rojî derketin û ketin hat qedexekirin.








