Dayikên li Enqerê: Bijî berxwedana zindanan
- 13:59 26 Gulan 2019
- Rojane
ENQERE - Dayikên li Enqereyê di nobetê de bûn, daxuyaniya parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya giştî ya HDP'ê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" daxuyaniyê temaşe kirin.
13 roj in dayikên girtiyan li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya rûniştinê li dardixistin, îro li avahiya Rêxistina HDP'ê guhdarê daxuyaniya parêzeran kirin. Her wiha parlamenterên HDP'ê bi dayikan re daxuyanî temaşe kirin.
Dayikan bi rondikên çavên xwe daxuyaniya parêzeran guhdar kirin. Piştî daxuyaniyê dayikan bi dirûşm, tilîlî û çepikên xwe avahiya HDP'ê hejandin.
Endamên Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) bi kulîlkan çûn serdana dayikan. Endamên DAD'ê da zanîn ku bi kêyfxweşiya dayikan gelek kêyfxweş bûne. Hevseroka DAD'ê Sevda Guneş, wiha got: "Dayik piştî ku me tînin dinê, pişrte ji bo em bijîn li ber xwe didin. Tecrîd tenê li Îmraliyê pêk nayê, li hemberî civakê tecrîd heye. Hevdîtina li Îmraliyê bi saya berxwedana dayikan pêk hat û bû dengê girtiyan."
Hevserokê DAD'ê Mûsa Kulu ji di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana li girtîgehan û dayikan û wiha got: "Ji bo aştiya civakê hêviyek mezin ne. Kêyfxweşiya dayikan ji bo me dilşadî ye."
Dayikên li Enqereyê, piştî daxuyaniya li girtîgehan jî hat bi tilîlî û çepikan kêyfxweşiya xwe anîn ziman. Her wiha bi dirûşman kesên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn."








