Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê ziyaret kir

  • 09:44 17 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ya Marmarayê do Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê ziyaret kir. Heyetê da zanîn ku girtiyên ku 141 roj in di greva birçîbûnê de ne di warê tenduristiyê de pirsgirêkan dijîn. 
 
Serokê Şaxa Komaleya Mafên Mirovan a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî jî di nav de Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ya Marmarayê do Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê ziyaret kir. Heyetê da zanîn ku girtiyên ku 141 roj in di greva birçîbûnê de ne di warê tenduristiyê de pirsgirêkan dijîn. Parêzerên di heyetê de bi hinek girtiyên di grevê de ne hevdîtin pêk anîn. 
 
'Heta ku daxwaz nên qebûlkirin dev jê bernadin'
 
Piştî hevdîtinê Gulseren Yolerî daxuyanî da û got:"Li girtîgehê 24 girtî di greva birçîbûnê de ne. Girtiyên koma yekem ên ku ev 141 roj in di grevê de ne di warê tenduristiyê de pirsgirêkên mezin dijîn. Xwe ji bîr dikin her dem serê wan diêşe, nig û destên wan ditevizin, di warê dîtinê de zehmetiyê dijîn, verdişin, bi emel dikevin, pirsgirêkên wan ên dil û tansiyon dest pê kiriye. Girtiyên ji 1'ê Adarê de dest bi grevê kirine dora 14-20 kîloyî dane.  Girtiyan diyar kirin ku heta ku daxwaz nên qebûlkirin dev jê bernadin."
 
Gulserenê got:"Girtî diyar dikin ku alavên paqijiyê têr nadin wan. Her wiha ji dewsa vîtamîna B1 Vîtamîna Benexol 12 tê dayin. Daxwaza kesên alîkar nayê qebûlkirin. Hakan Adiguzel ê ku ji 7'ê Çileyê, Ramazan Çeper ê ku ji 19'ê Kanûnê û Mazlum Bataray ê ku ji 1'ê Adarê heta niha di grevê de ye tenê tên girtin. Daxwaza ku kesên alîkar biçin ba wan nehat qebûlkirin."
 
'Em hîn bûn ku ew xistine odeyên bi sunger'
 
Gulserenê da zanîn ku piştî 1'ê Adarê îdareya girtîgehê dest xistiye ser alavên girtiyan ên wekî sehpa, televizyon û wekî din û wiha dewam kir:"Ji 2018'an heta niha hinek girtiyan dernaxin qadên hevpar. Her wiha kesên di grevê de ne jî dernaxin qadên hevpar. Rojname û kovar ji kêfî nadin girtiyan. Nameyên wan nadin wan, Dema qaxiz rengo rengo be bi hinceta ku qaxiz rengo rengo ye nameyan nadin girtiyan. Li cihê hewayê kamera heye. Cezayên dîsiplînî yên bi kêfî tên dayin. Dema ku girtî ji mafên xwe yên hiqûqî bêpar tên hiştin û li hemberî vê yekê derdikevin bi odeyên sungerî tên cezakirin. "
 
'Divê dawî li pêkanînên xirab bê'
 
Gulserenê da zanîn ku daxwazên girtiyan ên ku ji bo pirsgirêkan axaftina bi mudurê girtîgehê re nayên qebûlkirin û wiha got:"Di vê serdemê de divê dawî li pêkanînên ku tecrîdê giran dike bê. Divê girtiyan tena serê xwe nehêlin û daxwaza kesên alîkar bê qebûlkirin. Daxwzan rojname, radyo, televizyon divê bên cih. Divê li gor şerdên jiyanê û rûmetê pêkanîn bê kirin. Divê dawî li pêkanînên xirab bê."