Li Gebzeyê polîsan çalakiya dayikan asteng kir

  • 17:26 7 Gulan 2019
  • Rojane
KOCAELÎ - Dayikên girtiyên li dijî tecrîdê di gerava birçîbûnê de ne xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya rûniştinê li dar bixin lê çalakiya dayikan ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
 
Çalakiya Dayikên girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de ne ya ber Gitîgeha Tîpa M ya Gebzeyê a rûniştinê ku di 9'ê Nîsanê de hatibû destpêkirin  di roja 29'emîn de ye. Dayikên ku çûn hevdtîina vekirî ya zarokên xwe li ber girtîgehê xwestin çalakiya nobedê li dar bixin. Ji bo piştgiriyê bi dayikan re parlamentera HDP'ê Şevîn Coşkun jî hat ber girtîgehê. Lê polîs destûr neda ku dayik çalakiya xwe li dar bixin. 
 
Di vê naberê de dengê sirûda nijadperest a "Bimirim Tirkiyeya min (Olurum Turkiyem)" bilind bû lê deng ji kîjan aliyê hat diyar nebû.