TJK-E’yê banga tevlibûna çalakiyan kir

  • 17:08 7 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê berxwedan û çalakiyên dayikan ên li dijî tecrîdê silav kirin û banga tevlîbûna çalakiyên ku wê 8’ê Gulanê li pêşiya PE û 9’ê Gulanê jî li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê bê lidarxistin, kirin.
 
Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand ser greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a ku li dijî tecrîdê di roja 181’an berdewam dike. Di daxuyaniya TJK-E'yê de ev tişt hat gotin: “Bi ketina 15 girtiyan a Rojiya Mirinê ji bo bicihanîna daxwaza ‘rakirina tecrîda mutlatq’, hestyarkirina raya giştî û dîsa xwedîderketina li vê berxwedanê bûye xwedî wateyek mezin û ketina tevgerê ya lezgîn bi xwe re aniye. Tevî hevdîtina 2’yê Gulanê ya parêzeran a li gel Rêber Apo hê jî tecrîd didome.”
 
Li pêşiya Parlamentoya Ewropayê çalakî
 
TJK-E'yê diyar kir ku wan wekî Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa biryar girt ku çalakiyên xwe bigihînin asteke jortir û wiha berdewam kir: " Ji bo vê em ê 8’ê Gulanê li pêşiya Parlementoya Ewropa ya li Brûkselê çalakiyekê bikin. Em ê bi vê çalakiyê bang li sazî û dezgehên navneteweyî bikin ku bi erka xwe rabin.
 
Heman demê li dijî pêkanînên der mirovî yên li ser dayikên me jî 9’ê Gulanê li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê çalakiyeke ya protestoyê pêk tînin. Bang li hemû gelê û dostên xwe dikin ku tevlî çalakiyên bên lidarxistin bibin."