Dayikan li gel barîkatên polîsan li Parka Koşûyolu çalakî pêk anîn

  • 15:09 7 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Dayikên girtiyan ên ku xwestin li Parka Koşuyolu ya Baglara Amedê daxuyaniyê bidin di bin dorpêça polîsan de li Parka Koşuyoluyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 
Dayikên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ku xwestin li Parka Koşuyolu ya Amedê daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsên ku dora parkê bi bariyeran dorpêç kirin , li gel dayikan parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun, Salîha Aydenîz û Semra Guzel bikevin parkê . Li Dijî vê helwesta polîsan dayikan çalakiya rûniştinê pêk anî. Dayikên ku hatin dorpêçkirin piştî demekê çalakiya xwe li Parka Koşuyolu li orta rê li dar xistin.  Dayikên çalakî li dar xistin bê navber dirûşm berz kirin û stran gotin.  
 
Polîs heqaret li parlamenteran kir
 
Dema ku çalakiya dayikan berdewam diker, parlamenterên HDP'ê Salîha Aydenîz û Remziye Tosun diyar kirin ku polîsan heqaret li wan kiriye lê amîrê polîsan got, "Ez polîsên xwe nas dikim heqaretê nekin."
 
Welatiyan piştgirî da dayikan
 
Dayika bi navê Yesîre Tufan ku bertek nîşanî barîkatên polîsan da wiha got: "Dayik di vê meha rojiyê de ji bo zarokên xwe li ber tavê rûniştine. Bi têkoşîna dayikan wê tecrîd têk biçe." Piştî berxwedanê dayikan dest bi meşê kir, ne di rêya ku polîs ji bo wan nîşan da re di rêya ku wan hilbijart re meşa xwe berdewam kirin .Welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan dayikan. 
 
'Ji 7 salî heta 70 salî divê her kes piştgiriyê bide'
 
Dayikên girtiyan ku heta TUHAY - DER'ê meşiyan, li ser navê dayikan Ysure Tufan daxuyanî da û wiha  got: "Em îro dîsa ji bo çalakiya xwe li vir in. Em ê her roj çalakiya xwe pêk bînin û li ser piyan bin. Ji 7 salî heta 70 saliyan divê her kes bibe dengê têkoşîna me." 
 
Piştî daxuyaniyê dayikan çalakiya xwe bi dawî kir.