Mart Şimonî û 7 zarokên wê
- 14:47 7 Gulan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Di dîroka mirovahiyê de zayenda ku bûye pêşenga azadî û hember teslîmiyetê ber xwe da ye jin e. Mart Şimonî tevî 7 zarokên xwe teslîmiyet qebûl nekir û ber xwe da, heta ku gihaştin asta şehadetê. Mart Şimonî muhra xwe li dîrokê da.
Gelê Aşûrî di hemû serdeman de hember polîtîkayên qirkirinê li ber xwe dane û rê nedane dagirker û dijminan nasname, çand û ol û baweriya wan were dizîn, windakirin ango guhertin.
Zayenda herî zêde ku di dîroka mirovahiyê de li ber xwe daye jin e. Jina Aşûrî Mart Şimonî tevî 7 zarokên xwe ku ji aliyê paşayekî hatin tehdîdkirin û zor da ku Mart Şimonî tevî zarokên xwe goştê lawiran(Beraz)bixwin, lê gelê Aşûrî li gorî ol û baweriya wan nabe ku tu kes vî goştî bixwe.
Mart Şimonî nexwar û nehişt zarokên wê jî bixwe. Ew paşayê Yahûdî ku li ber çavên dayîkê zarokê wê yê mezin hewl da bi darê zorê goşt pê bide xwarin lê zarok qebûl nekir û got:"Ez amade me ku bimirim, lê ez îxanetê bi ol û baweriya xwe nakim. Lawê mezin kuştin û yê herî biçûk xwestin wî bixapînin ku ew ê jê re pere û malê bidin wî, lê ew jî nehate xapandin û ew jî kuştin. Êdî li peyî wî yek bi yek bi rengekî hovane ew dan ber kêr û şûran û hatin kuştin."
Lê dayika wan bi israr bû ku li ser ola xwe venegere tevî ku zarokên wê jî bûne qurbanî. Herî dawî dayikê jî got: "Çi dibe bila bibe, eger ez bimirim jî nifşê li peyî min dê bibin şopdarê min û ez ê muhra xwe li dîrokê bidim" êdî dayîka wan jî kuştin û bi vî rengî sal bi sal li tevahî cîhanê gelê Aşûrî Mart Şimonî û 7 zarokên wê bi bîr tînin.
Her netewek xwedî dîrokeke ku di tevahî serdeman de jinê cihê xwe girtiye û bûye pêşenga wê. Jin hember îxanetê berxwe didin û navê xwe di dîrokê de dihêlin ku ji nifşên nû re bibe mînak û sembol.








