'Kesên Hiqûqê pêk naynin sûc dikin'

  • 14:47 7 Gulan 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Parêzerên OHD û ÇHD'ê ku bal kişand ser bêdengiya parlamenter û hiqûqnasan a li dijî grevên Birçîbûnê wiha gotin: "Ji bo Rayedarên dewletê her mirina ku pêk bê ya li dijî hiqûqê wê bibe sedema ku ji vê birinê berpirsiyar bên dîtin."
 
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya ji bo Azadiyê ya Hiqûqnasan (OHD) li ber Baroya Îzmîrê derbarê greva birçîbûnê ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û rojiya mirinê de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de parnkartên bi dirûşma "Leyla Guven ne bi tenê ye û deng bide jiyanê" hat vekirin, dirûşmên "Bila Tecrîd rabe Leyla Bijîn" û "Leyla Guven ne bi tenê ye" hatin berzkirin. Daxuyaniya hat dayîn ji aliyê parêzera OHD'ê Şukran Ozturk ve hat xwendin.   
 
'Daxwazên girtiyan qanûnî ne'
 
Şukran diyar kir ku îktîdarê hiqûq û qanûn kirine bin piyan û tecrîda ku ne di hiqûqê de û ne jî di qanûnê de cihê wê tune ye daye li ser girtiyan ferz kiriye.  Şukran got ku ji ber îktîdar gitiyan wekî dijeberên xwe yên siyasî dibîne, tecrîdê wekî pêkanîneke hêsan ya ewlehiyê bi kar nayne û wekî polîtîkayeke giran a şer li ser girtiyan pêk tîne.  Şukran got ku jiyana bi hezaran girtiyan di xeterê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Daxwazên girtiyan ne dijhiqûqî û dijqanûnî ne. Girtî tenê dixwazin ku qanûna înfazê ji bo wan jî bê bikaranîn."
 
'Divê di warê pêvajoya çareseriyê de gav bên avêtin'
 
Şukran wiha dirêjî da axftina xwe: "Bi dirêjkirina pêvajoyê ya greva birçîbûnê re wê çalak ger jiyana xwe ji dest bidin. Ji ber vê jî divê demildest îktîdar daxuyaniya darbarê qanûna înfazê de ku wê  bike meriyetê û bi kar bîne bide. Ev erka dewletê ye. Ji bo Rayedarên dewletê her mirina ku pêk bê ya li dijî hiqûqê wê bibe sedema ku ji vê birinê berpirsiyar bên dîtin."
 
Şukran bertek nîşan bêdengiya burokrat û hiqûqnasan da û herî dawî ev tişt got: "Em bang li hikûmetê dikin ku tecrîdê û bê hê hiqûqiya li girtîgehan dike ji holê rake."