Aşûriyê Til Temirê Mart Şimonî bi bîr anîn

  • 14:36 7 Gulan 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Îro Gelê Aşûrî li Dêra Mart Şimonî ya li gundê Til Çûma Mart Şimonî û 7 zarokên wê bi bîr anîn. 
 
Îro serê sibehê li ser dengê zingilên Dêra Mart Şimonî ya gundê Til Çûma (Helemon) gelê Aşûrî berê xwe dane Dêrê û li wir dest bi qidasên olî kirin. Paşê Qeseyê Dêrê, Îşo Werda, teratîlên olî xwend û serpêhatiya jina berxwedêr ji gel re rave kir. 
 
Piştî dawî kirina axaftinê jin, mêr, kal û pîr ji destê Qese piçek nan û ximir vexwarin paşê dest bi xwarinê kirin.
 
Gelê Aşûrî li malên xwe taştê çêdikin û gazî gel dikin ku bixwin, hin malbat jî serdana hev dikin û bi hev re xwarinê dixwin. 
 
Gelê Aşûrî her di nava hewldanê de ne ku dîrok, çand û nasnameya xwe wekî netew biparêzin.