Malbatên şehîdan tecrîd şermezar kirin

  • 13:15 7 Gulan 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Malbatên şehîdan yên Kobanê bi dirûşmeya "Tecrîdakirina Rêber Apo tecrîdkirina gelê kurd e", li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan daxuyaniyek çapemeniyê da.
 
Bi dehan ji malbatên şehîdan li goristana şehîd Dicle kom bûn û li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî dan û çalakvanên di gravnên birçîbûnê û rojiyên mirinê de silav kirin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Desteya Malbatên Şehîdan ya Kantona Kobanê Arjîn Sîdo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:  
 
"Bi navê Malbatên Şehîdan yên kantona Kobanê, di destpêkê de em weke malbat tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan şermezar dikin û berxwedana Leyla Guven û tevahî rêhevalên wê yên di greva birçîbûnê û rojiyên mirinê de silav û hurmet dikin. Sekna me ya li vê derê armaca jê ew e ku em dengê xwe bigihêjînin tevahiya cîhanê ji bo tecrîda li ser Rêber Apo û tevahî gelê Kurd were şikandin. Weke ku em dizanin ev bû demeke dirêj faşîzma AKP'ê tecrîdeke giran li ser Rêber Apo ferz kiriye, li hember vê jî hevdîtin bi Rêber Apo re qedexe kiriye, li hember vê bê mafiyê ji bo ku tecrîd were şikandin bi pêşengiya Leyla Guven bi dehan mirovên welatparêz û xwedî ruhê Kurdîtiyê beşdarî rojiya mirinê bûn û her ku diçe grev mezintir dibe. Di nava van çalakiyan de pênc heval gihaştin asta şehadetê. Lê belê ji bo ku tecrîd rabe û ji bo hevalên me yên şehîd û dîsa jî dewletên hevpeyman dengê xwe nakin û çareseriyê jê re deynanin. Her wiha bila tevahî dewlet bizanibin em ê bi dirûşma 'Na ji tecrîdê re' çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê berdewam bikin. 
 
Weke em dizanin di van demên dawiyê de 15 hevalên me yên di zindanên Tirkiyeyê de dest bi rojiya mirinê kirine. Roj bi roj bi dehan ji ciwanên me dest bi rojiya mirinê dikin, em jî weke malbatên şehîdan li kêleka çalakvanên bi rûmet û rêzdarî ji bo tecrîda li ser Rêber Apo karibin û her roj serhildan û daxuyaniyan bidin da ku tecrîd bişkê. Ev yek jî erka me hemû gelê Kurd û tevahiya gelê ku di bin fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin. Wekî ku Rêber em ji tarîtiyê hildan, em ê jî xwedî li ked û felsefeya wî derkevin.
 
Ji bo vê jî em tevahî gelê Kurd û gelê daxwaziyê dikin li hember vê tecrîdê bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin rêhevalên me ku di rojiya mirinê de ne. Her wiha em ji bo dewletên yekbûyî dibêjin em bi hêvî ne ku li hember vê bê mafiyê derkevin û xwe bê deng nehêlin.
Di dawiyê de jî em weke malbatên şehîdan çalakvanên xwe yên di grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê de silav dikin û em dibêjin hemû gelê Kurd bila destên xwe bidin hev ji bo tecrîdê bişkînin."
 
Daxuyanî bi  dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe", Şehîd namirin"  û Berxwedan jiyan e", bi dawî bû.