Heyeta Çavdêr a Greva birçîbûnê li Kandrayê serdana girtiyan kir
- 10:42 3 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Heyeta Çavdêr a Greva birçîbûnê, serdana xwe ya ji bo girtîgehan a 7'emîn li Girtîgeha hejmar 1 a Tîpa Fe ya Kandrayê kir. Heyetê diyar kir ku ji bo zêdetir mirov jiyana xwe ji dest nedin û zerên mezin di bedena mirovan de pêk neyên ew ê tişta ji destên wan bê bikin.
Heyeta Çavdêr a Greva birçîbûnê, serdana xwe ya ji bo girtîgehan a 7'emîn li Girtîgeha hejmar 1 a Tîpa Fe ya Kandrayê kir. Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî bi girtiyan re hevdîtin kir. Piştî serdana li girtîgehê Heyeta di nav de Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî, Endamê Desteya Rêveber a Odeya Bijîjkên Stenbolê (ÎTO) Murat Ekmez, Serokê Şûbeya SES'ê ya Anatoliyê Erdal Guzen û Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Umît Efe jî hebûn li ber girtîgehê daxuyanî dan.
Li ser navê heyetê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend û bi bîr xist ku li Kandirayê ev 100 roj in greva birçîbûnê didome. Gulserenê li ser rewşa tendiristiyê ya berxwedêrên greva birçîbûnê jî rawestiya û wiha got: " Girtiyan gelekî li xwe şikandine, nêzî 15 kîlo ji xwe kêm kirine, dema ku vexwarinê vedixwin pê aciz dibin, zikêşî dibin, vedireşin, sancî tê wan, serêşî bi wan re çêdibe û li hemberî deng pir hesas bûne."
'Heta daxwazên me bi cih bên wê çalakî bidome'
Gulserên her wiha got dema greva birçîbûnê lêpirsîna dîsîplînê li girtiyekî greva birçîbûnê hatiye vekirin û cezayên disîplînê yên ji bo 3 mehan danê. Gulseren di berdewamiyê de ev tişt got: " Girtî dibêjin divê daxwazên wan werin bicihanîn. Heta ku daxwazên wan neyên qebûlkirin ew ê çalakiya xwe bidomînin. Em ê vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin. Beriya ku pirsgirêk zêde giran bibe, hê beriya ku zêdetir kes bimirin û seqetiyên mayinde çêbibin ji bo ku pirsgirêk çareser bibe tişta ji dest me tê em ê bikin.''
'Divê tendirustvanên serbixwe biçin girtîgehê'
Endamê Şandeyê Murat Ekmez jî got, ''Em bang dikin ku divê deriyê girtîgehan li heyetên tendiristiyê yên serbixwe were vekirin. Ji vê jî girîngtir ji bo ku greva birçîbûnê bi mirinê bi encam nabe, em kesên li meqamên çareseriyê, mirovên xwedî wijdan dikin ku ji bo çareseriyê demildest hewl bidin.''








