Feryal Oney: Divê daxwazên greva birçibûnê demildest bên cih

  • 09:10 3 Gulan 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Solîsta Kardeş Turkuler, Feryal Oney balkişand ser çalakiya girtiyên ku ketiye roja 140’î û da zanîn ku mijarên gelek mezin yên bi qasî ku mirov dawî li jiyana xwe tînin hene û wiha got: “Divê daxwazên greva birçîbûnê bên qebûlkirin.”
 
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji aliyê bi hezaran girtiyan ve bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, didomin û gelek girtî rewşa wan hatiye asta krîtîk. Tevî vê hîna tu pêngav nehatiye avêtin û ji ber bêdengiya rayagiştî 15 girtî çalakiya xwe di 30’ê Nîsanê de vugehert rojiya mirinê. Solîsta Kardeş Turkuler Feryal Oney  diyar kir ku tişta ku dibe sedema fedakirina jiyana mirovan, mijarên gelek mezin in û bang kir ku divê daxwazên girtiyan bên cih.
 
‘Em nikarin ji durve biryara kesî rexne bikin’
 
Feryalê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek pêvajoyên grevên birçîbûnê derbas bûne û wiha pê de çû: “Em kesên ji durve  temaşe dikin, fêm dikin ku çima kes ketine grevê çima jiyana xwe feda dikin. Tu kes vê ji bo zewqê nake.  Xuyaye ku mijarên gelek mezin hene. Divê mirov bifikirin, çima ev miro jiyana xwe dixin di bin rîskê de.”
 
Feryanê bi lêv kir ku divê demildest daxwazên girtiyan bên cih û wiha dawî lê anî: “Bêguman ez jî fikarên mezin dijîm. Carna dibêjim ‘gelo divê li cihekî dest jê bê berdan?’ Lê ji dur ve em nikarin ji bo biryara kesî tu tiştekî bêjin. Ez rêzdarim lê divê daxwaz demildest bên cih.”