Esma Başkale ya di greva birçîbûnê de ye: Wê berxwedan bi serkeftinê tacîdar be

  • 09:08 3 Gulan 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Girtiya bi navê Esma Başkale ya 139 rojin li girtîgeha jinan a Bakirkoyê di grevê de ye, diyar kir ku wê bêdengî mirinê bîne û wiha pê de çû: “Tenê bi berxwedana me nabe, tecrîd bi têkoşîna hemû gelan wê bişkê. Divê ev berpirsyarî tenê li milê malbatan neyê barkirin. Divê li gel wan bê sekinandin û berxwedan bê mezinkirin. Em ê bi berxwedana gelê xwe têkoşînê bilind bikin.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 177’emîn de didome. Bi heman daxwazê b hezaran girtî jî li girtîgehan ketin grevê. Çalakiya koma ewil di roja 139’emîn de berdewam dike.
 
Girtiya bi navê Esma Başkale ya li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne ji 16’ê Kanûna 2018’an de di grevê de ye. Esmayê 19 kîlo daye û pirsgirên tenduristiyê dijî. Malbata wê diyar kir ku Esma û hevalên wê gelek zehmetiyan dikşînin, di meşê de pirsgirêkan dijîn, tanisyon û pisgirêka şekir dijîn.  Xwişka wê Melekê pisgirêkên girtiyan wiha rêz kir: “Esma, Belgîn, Zozan di koma ewil de ne û gelek kîlo dane.  Belgîn daketiye 35 kîloyî. Esmayê 19 kîlo daye. Ez roja duşemê çûm hevdîtina wê, moralê wan baş bû.  Bi hêvî bû. Silavên wê ji bo malbatan hebû.  Got ‘wê berxwedan bi serkeftinê tacîdar be’. Em jî wek malbat dixwazin her kes deng bide dengê wan.”
 
‘Bêdengî mirinê tîne’
 
Esmayê her wiha di hevdîtina telefonê ya dawî de jî diyar kiriye ku ew bi biryarin ku heta dawî çalakiyê bimînin û wiha gotiye: “Çi dibe bila bibe em ê paşve pêngavê navêjin. Me bawer kir û em dizanin ku em ê bi ser kevin.  Tecrîd li ser hemû gelên Rojhilata Navîn pêk tê. Heta tecrîd bidome wê şer û pevçûn li welat hebin. Em ciwanên Kurd ji bo tecrîd rabe amade ne ku bedelê bidin. Bila gelê me vê bizane. Ev bêdengî wê mirinê bîne. Ne tenê bi berxwedana me divê hemû gel têbikoşin ku ev tecrîd bê kişandin. Divê ev berpirsyarî tenê li ser milê malbatan neyê hiştin. Divê berxwedan bi hev re bê mezinkirin. Em ê bi berxwedan gelê xwe re têkoşînê bilind bikin. Ji bo hêviya gel zindî bimîne yekane rê şikandina tecrîdê ye. Yekane riya ji kaosê bê derketin kişandina tecrîdê ye. Em nameyên xweş digirin, em moralekî mezin digirin. Ji ber vê hêviya me heye. Tişta ku divê bê kirin eve ku gel hêrs û baweriya xwe dakevin kolanan.”