Feleknas Uca: Ji bo welatekî aştiyane pêdivî bi rakirina tecrîtê heye

  • 09:06 3 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Parlementera HDP’ê Feleknas Uca diyar kir ku divê CPT  li gorî biryara ku dayî tevbigere û wiha got: “Bi hezaran kes li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Divê Konseya Ewropayê li hemberî tecrîd û greva birçîbûnê bêdengiya xwe xira bike."
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê û Hevseroka Dîplomasiyê ya HDP'ê, Feleknas Uca bi Komîteya Pêşîgirtina li Hemberî Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re hevdîtinek pêk anîbû. Feleknas, diyar kir ku li gorî rapora CPT’ê ya meha çileyê ya îsal tecrîd divê bihata rakirin û wiha got: “Divê Tirkiye biryara Konseya Ewropayê qebûl bike. Niha li dijî tecrîdê, Leyla Guven, bi hezaran girtî û gelek kurd di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Lê li hemberî tecrîdê Konseya Ewropayê bêdeng e. Ji bo welatekî aştiyane pêdivî bi rakirina tecrîdê heye.”
 
‘Tirkiye biryara Konseya Ewropayê qebûl nekir’
 
Feleknasê bal kişand ser berpirsiyariya CPT’ê û biryara Konseya Ewropayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî dezgehên Ewropayê divê Tirkiyê mafê girtiyan biparêze û mafê hevdîtinê yê bi malbat û parêzeran re pêk bîne. Lê Tirkiyê ji sala 2011’an vir ve destûrê nade hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêk bê. Ger ku girtigeheke wekî Îmraliyê hebe divê CPT çavdêriya xwe bike û roparan amade bike. Lê ev 4 salin tiştekî ber bi çav nîne. 2 caran malbatê hevdîtineke kurt bi Abdullah Ocalan re pêk anî. Niha tecrît giran bûye, ne rapor tên girtin û ne jî hevdîtin pêk tên. Çalakiya birçîbûnê berteka li hemberî van kiryaran e. Konseya Ewropayê di meha Çilêya sala 2019’an de raporek aşkera kir û diyar kir ku divê malbat û parêzêr bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Lê ev biryar ji aliye Tirkiyeyê ve nehat qebûlkirin. Dema ev biryar li Konseya Ewropayê hat nîqaşkirin, Leyla Guven û 350 kes di greva birçîbûnê de bûn. Lê ji ber ku ev biryar ji pêk nehat bi hezaran girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.”
 
‘Em di rewşeke awarte de ne’
 
Parlementer Feleknas qala rola Konseya Ewropayê kir û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Ji ber van kiryarên Tirkiyeyê bi hezaran kes li ber mirinê ne. Em di rewşeke awarte de ne. Çalakger ji sînorê mirinê derbas bûne. Kêr gihaştiye hestî. Hevalek li Ewropayê û 7 kes ji li girtîgehê li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Tirkiye rola sê maymunan dilîze. Tirkiye, peymanên Navneteweyî ku îmze kiribûn bin pê dike û Ewropa ji vê yekê re bê deng dimîne. Di dema Komploya Navneteweyî de Rêbertî hat binçavkirin û ew teslîmî Tirkiyeyê kirin. Ev yek li Konseya Ewropayê bû mijar. Konseya Ewropayê heyeteke çavdêr şand Îmraliyê û li ser rewşa Rêbertiyê raporek hat amadekirin. Lê ji wê demê ve tiştek nehat guhertin û cardin tecrît pêk hat. Niha bi hezaran kurd li dijî tecrîdê çalakî pêk tînin lê dîsa bêdengiya xwe diparêzin.” 
 
‘Mifteya çareseriyê Îmralî ye’
 
Feleknas Uca diyar kir ku mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: “Di van deman de li Ewropa û Almanyayê gelek heyetên ku ji çapemenî, wezîr, parlementeran pêk dihatin hatin Tirkiyeyê. Heyetên ku tên jî dibêjin mifteya çareseriyê li Îmraliye ye. Mirov dema pêvajoya li Îmraliyê ya di sala 2013-2015’an de dinirxine ji bo gel bibû pêvajoyeke aştî û hêviyê. Hemû dewletên Awropayê piştgirî dan vê pêvajoyê. Lê mase ji hêla Erdogan ve hat qulibandin. Êdî şerekî kûr li Kurdistanê hat meşandin. Bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ev şer bi çekên Ewropayê pêk hat.  Li pêşiya çavê cîhanê bajarên kurdan hatin hilweşandin û kesî dengê xwe ji vê yekê re nekir. Niha ji tecrît tê meşandin û dîsa bêdengî heye û ev tişt nîşan dide ku li Tirkiyeyê naxwazin demokrasî bi pêş bikeve.”
 
‘Tirkiye û Ewropa berpirs e’
 
Parlementera Êlihê Feleknas desnîşan kir ku ji bo çareseriyê divê tecrîd ji holê rabe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke xwesteka dewletên Ewropayê ji bo çareseriyê hebe divê di serî de tecrîda li Îmraliyê bi dawî bîke. Pêwîste hiqûq pêk bê. Ji vê seatê şûnde tiştek bê serê kesekî,  Wezîrê Dadê yê Ewropa û Tirkiyeyê berpirsiyar in.  Îro li Ewropa û Strasborgê jî çalekvan bi heman armancê di greva birçîbûnê de ne. Ev bê dengî tê wateya erê kirinê. Çend Tirkiye di vê Konseyê de cih digire ji van biryaran pêk nayne. Gelo wê çiqas di vê konseyê de cih bigire, an ji rola Tirkiyeyê di vê konseye de çi ye. Ji ber vê yekê em bang dikin ew rapora ji aliyê Konseya Ewropayê ve hatiye erêkirin ji aliye Tirkiyeyê ve bê pratîzekirin.
 
‘Kêr gihaştiye hestî’
 
Feleknas Uca di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi pêşengtiya Leyla Guven, greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Ev berxwedana jinan wê bibe sedema rakirina tecrîdê. Jinên kurd baş dizanin ku wê kengî xwedî derketineke bi hêz pêk bînin.  Gotina dawî hertim wê gelê me bibêje, lê divê pir dereng nemînin. Îro bi hezaran girtî kefene mirinê li xwe kirine, di berxwedanê de ne. Dayîk ji bo zarokên xwe derketin qadan, lê bi lînça polîsan re rû bi rû man. Wê di demê pêş de ew kes, dê gelekî fedî bikin. Berxwedêr dê bigihîjin armanca xwe û wê serkeftin ya gel be.”