ROJEVA 3'Ê GULANA 2019'AN

  • 09:00 3 Gulan 2019
  • Rojev
*Pêşengtiya jinên Sûdanê û xwepêşandana ku di êniyên pêş de ji bo şermezarkirina hikûmeta EL-Beşîr û nerazîbûna ji koletiyê re, bû sedema serdemek nû. Di vê şoreşê de bi taybet jinan rolek baş lîstin. Ev jin wekî sembola şoreşa jinên Sûdanê tên binavkirin. JinênSûdanê ji bo maf û rêgezên jinê bidest bixin têdikoşin û rûmeta wan koletiyê qebûl nake. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Jinên Qamişloyê derbarê lêkirina dîwarê ku dewleta Tirk li Efrînê lê kir bertekên xwe nîşan dan û gotin: "Efrîn ya Efrîniya ye û wê ya wan bimîne." DÎMEN HEYE
 
*Parlementera HDP’ê Feleknas Uca diyar kir ku divê CPT  li gorî biryara ku dayî tevbigere û wiha got: “Bi hezaran kes li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Divê Konseya Ewropayê li hemberî tecrîd û greva birçîbûnê bêdengiya xwe xira bike." BI DÎMEN
 
*Zarokên Serhedê, kevneşopiya dengbêjiyê ya ku di çanda kurd de cihekî girîng digire, li kolanê didomînin.
 
*Geliyê Çemê Cehnemê yê li Hezexê ye û bi xwezaya xwe her kesî matmayî dihêle, bi germbûna hewayê re bi rengê kesk xemilî.  Geliyê ku di çapemeniya alîgir de her tim wek herêma operasyonê tê nasîn, hemû kesî heyran dihêle. DÎMEN HEYE
 
* Çalakiya koma yekem a li girtîgehan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin di roja 139’emîn de berdewam dike, her wiha rojiya mirinê ya 15 girtiyan da destpêkirin jî di roja 4’an de ye.
 
*Girtiya bi navê Esma Başkale ya 139 rojin li girtîgeha jinan a Bakirkoyê di grevê de ye, diyar kir ku wê bêdengî mirinê bîne û wiha pê de çû: “Tenê bi berxwedana me nabe, tecrîd bi têkoşîna hemû gelan wê bişkê. Divê ev berpirsyarî tenê li milê malbatan neyê barkirin. Divê li gel wan bê sekinandin û berxwedan bê mezinkirin. Em ê bi berxwedana gelê xwe têkoşînê bilind bikin.”
 
*Solîsta Kardeş Turkuler, Feryal Oney balkişand ser çalakiya girtiyên ku ketiye roja 140’î û da zanîn ku mijarên gelek mezin yên bi qasî ku mirov dawî li jiyana xwe tînin hene û wiha got: “Divê daxwazên greva birçîbûnê bên qebûlkirin.”DÎMEN HEYE
 
*Hatîce Tel ya bi wêneyên kesên di komkujiya Gara Trînê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan tevlî mîtînga 1’ê Gulanê ya li Qada Gundogdu pêk hat bû, wiha got: “Peywira dikeve ser milê şoreşgeran yekitî ye. Em ê ne li zindanên faşîzmê, li qadan bibin yek ku em zindanan vala bikin.” 
 
* Jinên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê bi zarokên xwe re berxwe didin, diyar kirin ku ‘bila tu kes nebêje zarokê min nîne’, ji ber ger tiştek bi zarokên me bê wê kes rehet ranezê. Her wiha bang kirin ku divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih. DÎMEN HEYE