Çar zarokên cêwî hatin dinyayê
- 17:01 2 Gulan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Îro jina bi navê Bêrîvan Cemîl a bi temenê xwe 28 salî 4 pitik anî dinyayê.
Jina bi navê Bêrîvan Cemîl ya bi temenê xwe 28 salî ye ji gundê Maşoqa girêdayî navçeya Tirbesiyê ya herêma Cizîrê, 4 pitikên cêwî anî dinyayê. Bêrîvanê lawek û sê keç li Nexweşxaneya Razî ya Bajarê Qamişloyê anî dinyêyê.
Du keç kîloyek kêm ribek bûn, law û keça din kîlo û nîv bûn. Rewşa her çar cêwiyan û dayikê jî baş e.








