Gel diçin serdana Şaredariya Êlihê
- 13:39 9 Nîsan 2019
- Rojane
ÊLIH - Gel diçin serdana Şaredariya Êlihê ya ku ji bin dorpêçkirina polîsan hat rizgarkirin.
Piştî ku Şaredariya Êlihê ji destên qayyim hat girtin şûnde Hevserokên Şaredariyê Songul Korkmaz û Mehmet Demir mazbatayên xwe girtin û pîrozbahiyên gel qebûl kirin. Gel diyar kir ku ew ji rakirina dorpêçkirina polîsan razî ne.
Hevserokên Şaredariya Êlihê Songul û Mehmet qebûlkirina pîrozbahiya gel didomînin.








