Newroz li Enqereyê bi dirûşma 'Leyla Guven rûmeta me ye' hat pîrozkirin

  • 16:54 24 Adar 2019
  • Rojane
ENQERE - Bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê, bi şîara “Bi coşa Newrozê li dijî faşîzmê em bi hevre têbikoşin” Cejna Newrozê li Enqerê hat pîrozkirin. Namzeta HDP’ê ya Şaredariya Çankaya Fîlîz Kerestecîoglû, banga vî dengî bibihîsin, tecrîdê rakin kir. 
 
Hêzên Ked û Demokrasî yên Enqerê, bi dirûşma “Bi coşa Newrozê li dijî faşîzmê em bi hev re têbikoşin” li Qada Kolejê Cejna newrozê pîroz kir. Hêzên Ked û Demokrasiyê bi merasîman ketin qadê. Di heman demê bi sedan kes bi coşek mezin ketin qada Newrozê. Girseya li qadê bênavber dirûşmeya “Li dijî faşîzmê mil bi mil” avêtin.
 
Qedexe nas nekirin
 
Welatiyên ku bê navber dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin, guh nedan qedexeyan. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandinê guvendê dest pê kir. Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê Tayfun Gorgun metna hevpar xwend. Tayfun, Newroza welatiyan pîroz kir û wiha got: “Newroz li dijî hemû Dehaqên zalimên gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têkoşîne. Newroz cejna gelane. Ji bo rakirina tecrîdê grevên birçîbûnê li girtîghan dewam dikin. Hem li derve û hem jî di hûndir de li ser civakê tecrîdek girankirî berdewam dike. Berî ku canek din bê winda kirin, em dixwazin ev tecrîd bê rakirin.”
 
'Êdî bila ciwan jiyana xwe ji dest nedin'
 
Namzeta HDP’ê ya Şaredariya Çankaya Fîlîz Kerestecîoglû, dûr axivî û wiha got: “Ji bo rakirina tecrîdê Leyla Guven ev 137 rojin digreva birçîbûnê deye. Jinek pir bi hêze. Daxwazek pir mirovî û aştiyane dike. Bi hezar girtî bûne hevparên vê daxwaza Leyla Guven a mirovî. Îro dîsanê ciwanekê jiyana xwe ji dest da. Êdî bila ciwan jiyana xwe ji dest nedin. Vî dengê bibihîzin û tecrîdê rakin. Em dibêjin ku qanûnên Tirkiyeyê bi cih bînin. Ji îro û pê ve divê raya giştî bêdeng nemîne. Em çiqasê deng bidin, dê desthilatdar jî ewqas dengê me bibihêse.”