3'emîn Kongreya PYD'ê ya Katona Kobanê dest pê kir

  • 12:46 14 Adar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi diruşmeya `Bi vîn û Rêxstinê em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke ne navendî û demokratîk ava bikin` Kongreya 3'emîn a kantona Kobanê dest pê kir. 
 
Bi beşdarbûa 600 delegeyî, PYD`ê 3'emîn kongreya xwe ya  Kantona Kobanê, li hola Newrozê da destpêkirin. Cihê kongreyê bi pankartên bi nivîsa `Bi berxwedanê em ê şoreş û destkeftiyên xwe biparêzin`, `Ji Rojavayeke azad ber bi Sûriyeke demokratîk ve`, wêneyên şehîdên PYD`ê  û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Leyla Guven, alên PYD`ê hatine dailqandin.
 
Kongre bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê jî hevseroka PYD`ê Ayşe Hiso axaftina vekirinê wiha kir:"Weke PYD'ê bi israr û vîneke mezin em têkoşîna rizgarkirina Efrînê didine meşandin. Çawa ku çeteyên DAIŞ`ê kêliyên xwe ên dawî li Dêra Zorê dijî, em ê jî Efrîna xwe bi rihê 12`ê Adarê, bi têkoşêna Kawayê Hesinkar azad bikin. Îro em xwedî fikir, raman û projeyan e. Cîhan tev de jî qala pergala me ya netewa demokratîk ku Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan pêşkêş kir, dikin. Ji bo vê jî me ji bo xwe xeta sêyemîn hilbijart, xeta Felsefeya netewa demokratîk. Em ê jî xwe li ser vê bingehê bi rêxistin bikin. Em ê di kesayeta Leyla Guven de tecrîdê li ser Rêber Apo rakin. Em ê Efrîn, Idlib, Cerablus û Babê rizgar bikin. Em ê Sûriyeke Demokratîk, azad û wekhev ava bikin."
 
Her wiha Saziya Malbatên Şehîdan û Kongreya Star, Meclîsa Kantona  Kobanê jî axaftin kirin û lidarxistina kongreyê pîroz kirin.
Niha kongre bi xwendina perspektîfên Abdullah Ocalan didome.