Li Nisêbînê bi tevlîbûna gelek kesî buroya hilbijartinê hat vekirin
- 15:50 24 Sibat 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê bi coşek mezin û bi tevlîbûna sedan kesî buroya hilbijartinê hat vekirin. Di vekirina buroyê de namzetên hevşaredar ên ku axivîn gotin ku Nisêbînê dê di 31’ê Adarê de renge xwe diyar bike.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi coşeke mezin xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên herêmê ku wê di 31'ê Adarê de pêk bên berdewam dike. Di çarçoveya van xebatan de li navçeye Nisêbînê ya Mêrdînê bi tevlîbûna sedan kesî buroya hilbijartinê hat vekirin. Namzetê Hevşaredar yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Namzetên Hevşaredar ên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut, rêvebirên HDP û DBP’ê û gelek welatî tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn.
Gelê ku konvoy dît berê xwe da qadê
Li kolana Mêrdînê girse bi sedan wesayitan hatin gel hev û piştre li navçeyê tur avêtin. Konvoy ji aliyê gelê Nisêbînê ve rastî eleqeyek mezin hat. Jin û zarokan ji paceyên malên xwesembola serkeftinê kirin. Girse piştre berê xwe da taxa Azadiyê û li wir ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazî kirin.
Girse, piştre bi al û çepikên derbasî buroya hilbijartinê bûn û li ber buroyê demek dirêj dirûşma “Nisêbîn ya me ye” hat berz kirin.
Li dijî abluqaya polîsan gel zêde tevli vekirina buroyê bû. Beriya vekirina buroya hilbijartinê namzetên hevşaredar ên Nisêbînê anîn ziman ku dê di hilbijartinê de bi coşeke mezin bi ser kevin.
Namzetên Nisêbînê: Nisêbîn dê carekedin renge xwe nîşan bide
Semîre Nergîz ev tişt got: “Em ê bi coş û renge Nisêbînê di hilbijartinê de bi ser kevin. Em namzetên jin û zarokan e. Em dibêjin hûn bi xêr hatin.” Ferhat Kut jî wiha got: “Nisêbîn wekî her hilbijartinê xwe îro carekedin nîşan da. Îro bi vî coşê me dît ku dê di hilbijartinê de encamek çawa derbikeve. Em hemû baş dizanin ku ev hilbijartin ne hilbijartinek ji rêzê ye. îro roj roja xwedî derketina li vîna xwe ye. Serkeftina me dê bibe ketina MHP û AKP’ê.”
‘Gelê me dê van lîstikan ji holê rake’
Piştre namzetê hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk axivî û di serî de Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku 109 rojin di greva birçîbûnê de ye slav kir. Ahmet, anî ziman ku gelê Nisêbîn rojên gelek zor û zehmet jiyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê me di vê pêvajoyê de gelek êş jiya û gelek bedel dan. Ev jî ji bo azadiya xwe kirin. Lê baweriya me bi têkoşîna gelê me tê. Îro lîstikên gelek qirêj tên lîstin. Lê gelê me bersivek baş dê li ser sindoqan bide wan. Vîna gel desteser kirin û qeyûm tayînê şaredariyên me kirin. Em ji vir bang li hemû îktîdarê dikin û dibêjin ji qayûman re na. Em bi bedelên gelek mezin hatin vê rojê. Lê pêşeroj ya me ye. Em ê van lîstikan hemûyan têk bibin û xwe bigihînin armanca xwe. Em carekedin dibêjin Nisêbîn roja 31’ê Adarê ya me ye. Em ê bersivê bidin qayûman.”
Piştî axaftinan dayikên aştiyê bi dirûşma “Nisêbîn ya me ye” qurdeleya buroya hilbijartinê birîn. Girse bi govendê dawî li bernameya xwe anî.








