Li Amedê kuştina zarokekî ya bi guman

  • 15:34 23 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Li Navçeya Erganiyê zarokekî 12 salî bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin. 
 
Welat Bingol (12) ê ku li Navçeya Erganî ya Amedê dijiya li axurê mala xwe bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin. Welat dema bi şev naçe malê ji aliyê malbata xwe ve li axur mirî tê dîtin. Zarokê ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargil nehat rizgarkirin. Piştî karên otopsiyê dê Welat ji aliyê malbatê ve li gundikê ku lê dijîn dê bê definkirin. 
 
Her wiha mirina bi guman a zarokên duduyan ên malbatê bal kişand. Her wiha xizmê Welat Erhan Bingol jî 3 sal berê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû.