Ciwanên Rojhilata Navîn azadiya Abdullah Ocalan xwestin

  • 16:28 22 Sibat 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Ciwanên Rojhilata Navîn ku berşadarî Konferansê bûnî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan.
 
Ciwanên Rojhilata Navîn ên çar parçeyên Kurdistanê û ciwanên Lubnan, Mesir, Lîbya, Tûnis, Siwêd û Filîstînê ji bo azadiya  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navenda Baqî Xido a Kantona Kobanê daxuyaniyek  bi zimanê Kurdî, Suryanî, Erebî û Tirkî hat dayin.
Daxuyanî ji aliyê Gulê Cumo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di serî de wek ciwanên kurd dereb aşûr suryan em tecrîda ku  20 salin li ser rêberêAbdullah Ocalan tê meşandin em şermezar û nelet dikin. Em faşîzma dewleta dagirker a Tirkiyê şermezar dikin. Li ser vî esasî 2'emîn Konferansa ciwanên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Ji ber ku li ser esasê fikir û ramanên rêber Apo em îro duyemîn Konferansa ciwanên Rojhilata Navîn li dar dixin. Ji ber ew fikira Rêber Apoye ku Konferansek wiha li Rojava bê li darxistin. Em jî wek yekîtiyên ciwanên kurd, ereb, suryan vê tecrîdê şermezar dikin û soza têkbirana tecrîdê didin."
 
Bi suryanî jî hat gotin gereke serokê pêkhateyên suryanî Seîd El-Melekî bê azadkirin.
 
Her wiha azadiya girtiyên di zindanan hat xwestin. 
 
Daxuyanî bi dirûşmên 'Bê Serok jiyan nabe", "Serî hilde" bi dawî bû.